Parlamenterên Ewropa û Rojhilata Navîn jî destek dan Leyla Guven

Roj bi roj, piştgiriya çalakiya Leyla Guven zêde dibe. Di vê çarçoveyê de, Parlamenterên Ewropa û Rojhilata Navîn bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo hevseroka KCD’ê Leyla Guven eşkere kirin.

Parlamenterên Ewropa û Rojhilata Navîn jî destek dan Leyla Guven
10 ÇILE, 2019   07:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterên Ewropa û Rojhilata Navîn destek dan Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven a ku ji bo şkandina tecerîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî, bû 64 roj in ketiye greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger. Parlamenteran bi vê armancê daxuyaniyek belav kirin û di daxuyaniyê de bal kişandin ser rewşa Leyla Guven ku her diçe xirab dibe.

Li gorî nûçeya rojnameya Gazete Karincayê, di daxuuyaniyê de li ser daxwazên Leyla Guven hatiye sekinandin û tê gotin ku ji 11 Cotmeha 2016’an heta niha di derbarê tendirûstiya Ocalan de tu agahî nehatiye girtin; bi riya telefonê, ne rû bi rû, ne jî bi riya elektronîk tu hevdîtin pê re nehatine çêkirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Em peyama Leyla Guven dibîhîsin” û bang li desthilatdariya Enqereyê tê kirin ku li gorî qanûnên xwe tevbigere û Leyla Guven demildest bê berdan.

Di daxuyaniyê de tê gotin:“Yekane riya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd, dîyaloga aştiyane û demokratîk e; tecrîd û girtin nîn e”. Navê parlamenterên Çepgerên Yekbûyî Yên Ewropayê/Keskên Bakurî (GUE/NGL) ên mohra xwe li daxuyanî dayî ev in:

Martina Anderson (Sinn Féin-Îrlanda), Lynn Boylan (Sinn Féin-Îrlanda), Matt Carthy (Sinn Féin-Îrlanda), Takis Hadjigeorgiou (AKEL-Kibris), Kostadinka Kuneva (Syriza-Yewnanîstan), Liadh Ní Riada (Sinn Féin-Îrlanda), Dimitris Papadimoulis (Syriza-Yewnanîstan), Paloma Lopez (İU-Îspanya), Sabine Losing (Die Linke-Almanya), Lidia Senra (Serbixwe-Galiçya), Neoklis Sylikiotis (AKEL-Kibris), Ángella Vallina (İU-Îspanya), Miguel Viegas (PCP-Portekiz), Raid Fahmi (Serkreterê Giştî Yê Partiya Komunîst a Iraqê), Aqel Taqz (Partiya Gel a Filîstinê), Aida Touma (Partiya Komunîst a Îsrailê), Nizar Trabulsi (Partiya Komînîstên Yekbûyî yên Sûryeyê).