Dayik û hevjînên şehîdan: Armanca gefan têkbirina deskeftiyên e

Dayik û hevjînên şehîdên Dêrazorê gefên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin Tirkiyê bi gefên xwe têkbirina serkeftinên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bi destxistin, armanc dike.

Dayik û hevjînên şehîdan: Armanca gefan têkbirina deskeftiyên e
Dayik û hevjînên şehîdan: Armanca gefan têkbirina deskeftiyên e
Dayik û hevjînên şehîdan: Armanca gefan têkbirina deskeftiyên e
Dayik û hevjînên şehîdan: Armanca gefan têkbirina deskeftiyên e
Dayik û hevjînên şehîdan: Armanca gefan têkbirina deskeftiyên e
9 ÇILE, 2019   14:42

DÊRAZOR

Dayik û hevjînên şehîdan li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajaroka Kisrayê kom bûn û derbarê gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî ji bo raya giştî dan.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "

'Bi navên dayik û hevjînên şehîdan em destwerdana Tirkiyê li ser xaka Sûriyê şermezar dikin. Armanca dewleta Tirk a faşîst tunekirina demokrasiyê ye. Ew demokrasiya ku di demek kurt de gelek serkeftin û destkeftî bi saya xwîna şehîdan bi destxistiye.

Wek dayik û hevjînên şehîdan ji bo parastina welat ji dagirkeriyê û çeteyên wê, em amade ne şehîdan bidin, bi slogan berxwedanê em ê bi yekrêzî li hember dagirkeriya Tirk bisekinin. 

Ji bo parastina welat me gelek şehîd dane û em ê hîna jî bidin. Lê em mudexeleyên derve qebûl nakin. Divê gelên herêmê bi yekrêzî li hember dagirkeriyê bisekinin."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriyê bi dawî bû.

(şx)

ANHA