Kantona Qamişlo îro li ser piyan bû

Bi hezaran şêniyên Tirbespiyê, Amûdê û Qamişlo ji bo şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirk û komûjiya Parîsê ku tê de sê jinên şoreşger ji aliyê îstîxbarata Tirkiyê ve hatin qetilkirin, daketin qadan.

Kantona Qamişlo îro li ser piyan bû
Kantona Qamişlo îro li ser piyan bû
Kantona Qamişlo îro li ser piyan bû
Kantona Qamişlo îro li ser piyan bû
Kantona Qamişlo îro li ser piyan bû
Kantona Qamişlo îro li ser piyan bû
Kantona Qamişlo îro li ser piyan bû
Kantona Qamişlo îro li ser piyan bû
Kantona Qamişlo îro li ser piyan bû
Kantona Qamişlo îro li ser piyan bû
Kantona Qamişlo îro li ser piyan bû
Kantona Qamişlo îro li ser piyan bû
Kantona Qamişlo îro li ser piyan bû
Kantona Qamişlo îro li ser piyan bû
Kantona Qamişlo îro li ser piyan bû
Kantona Qamişlo îro li ser piyan bû
Kantona Qamişlo îro li ser piyan bû
Kantona Qamişlo îro li ser piyan bû
9 ÇILE, 2019   14:24

QAMIŞLO

Amûdê;

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şermezakirina komkujiya Parîsê meşek li dar xistin.

Meş ji aliyê Kongreya Star ve bi hevkariya PYD`ê hate organîzekirin. Di meşê de drûşmeyên "Bi rihê Sakîne û Aveseta em ê asta têkoşînê li dijî faşîzmê bilind bikin", "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re", "Bijî biratiya gelan", wêneyên her sê jinên şoreşger û wêneyên Rêberê Gelê Abdullah Ocalan hatin hildan.

Meş ji qada jina Azad a navçeyê dest pê kir. Di meşê de drûşemyên li dijî dewleta Tirk a dagirker û silavkirina her sê jinên şoreşger hatin berzkirin. Meş li qada Şengalê ya navçeyê Amûdê veguherî mitîngê.

Di meşê de Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd axivî. Evîn her sê jinên şoreşger bi bîr anî û wiha got: “Komploya Parîsê berdewamiya komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan e. Niha jî ev komplo li ser herêmên Sûriyê berdewam dike.”

Mitîng bi dirûşmeyên şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker û qetilkirina her sê têkoşerên jin bidawî bû.

Tirbespiyê;

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ji hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan li pêşiya Navenda Kongreya Star a navçeyê kom bûn. Şêniyan bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qetilkirina her sê şoreşger ên li Parîsê meşek li dar xistin. Meşvanan diyar kirin ku komploya li dijî her sê têkoşeran berdewamiya komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne û niha jî bi gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike.

Di meşê de wêneyên her sê têkoşeran, ala Kongreya Star pankartên bi nivîsa,"Bi îradeya jina azad em ê dagirkeriyê hilweşînin", "Bi rihê Sakîne û Avesta em ê asta têkoşîna li dijî faşîzmê bilind bikin" hatin hildan. Di meşê de drşûmeyên şermezarkirina gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewldanên ku biratiya gelan têk bibin hatin berzkirin. Meşvanan banga bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê kirin.

Meş li çerxerêya Azadî ya bakurê navçeya Tirbespiyê veguherî mitîngê. Di mitîngêde Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif axivî û destnîşan kir ku komploya li dijî her sê têkoşberan li Parîsê berdewamiya komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, komploya dagirkeran li Efrînê heta roja îro didome û li bermberî vê yekê jî hemû dewletên cîhanê û yên herêmî bê deng in.

Perwîn teqez kir ku bi qetilkirina her sê têkoşeran hewl dan ku îradeya jina azad bişkînin lê armancên wan bi ser neketin û jina azad dê terorê tune bike.

Mitîng bi drûşmeyên li dijî dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

Qamişlo;

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo saet di 13.00’an de li Çerxerêya Enteriyê kom bûn. Ewlehiya meşê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hawarî û Trafîkê girt. Meşvanan pankartên ‘Bi rihê Sakîne û Avestayan têkoşînê bilind bikin û faşîzme têk bibin’, ‘Wê ciwan tola Sakineyan hildin’ û wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên Sakinê Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan û her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Meşvan bi sloganên “Tolhildan soza me ye”, “Jin, jiyan, azadî”, “Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re” û “Qatil Erdogan” ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve meşiyan.  Meş li wir veguherî mitîngê û bi avê saziyan gelek kes axivîn.

‘Bi rihê Sarayan jin tevgera xwe xurt dikin’

Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger salvegera Komkujiya Parîsê şermezar kir û wiha got: “Bi qetilkirina sê jinên şoreşger komloya li ser gelê Kurd û Abdullah Ocalan hat dubarekirin. Jin bi vîna xwe tola qetlîaman hildidin. Di cîhanê de jin bi pêşengiya her sê şoreşgeran xwe bi rêxistin dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî jin bi rihê şehîd Sarayan (Sakîne Cansiz) rola herî girîng dilîzin.”

Meş bi sloganên “Bijî berxwedana jinên şoreşger” û tilîliyên dayikan bi dawî bû.

(ekîp)

ANHA