Sersaxî ji malbata şehîd Mazin re hate xwestin

Bi sedan şêniyên Girkê Legê, Til Koçer û Çel Axa sersaxî ji malbata endamê Hêzên Asayîşê Mazin El-Hisên ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû, xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Mazin re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mazin re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mazin re hate xwestin
9 ÇILE, 2019   14:17

QAMIŞLO

Bi sedan şênî, şervanên YPG û YPJ`ê, Hêzên Asayîşê berê xwe dan gundê Til Ciman ê girêdayî navçeya Girkê Legê û sersaxî ji malbata şehîd Mazin El-Hisên re xwestin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, paşê endamê Hêzên Asayîşê Ehmed Mihemed axivî û wiha got:"Em soza xwe li ser şopa şehîdan nû dikin, em ji dayika şehîd re dibêjin bila serê we bilind bike, ji ber şehîd ji bo aştiya Sûriyê canê xwe feda kir."

Her wiha di merasîmê sersaxiyê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa navçeya Girkê Legê û Kongreya Star axaftin hatin kirin. Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û diyar kirin ku hêzên ewlekariya hundirîn û hemû hêzên leşkerî bi lehengî parastina herêmê dikin.

Merasîm bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(jo)

ANHA