Jinên Tebqayê: Em ê hemû pêkhateyan biparêzin

Ji bo parastina xwe û nirxên şoreşê ku bi şoreşa jinan tê naskirin, Rêveberiya Jinan a Tebqayê 50 jinên jî Tebqayê di nava refên parastina cewherî de bi rêxistin kirin.

Jinên Tebqayê: Em ê hemû pêkhateyan biparêzin
Jinên Tebqayê: Em ê hemû pêkhateyan biparêzin
Jinên Tebqayê: Em ê hemû pêkhateyan biparêzin
9 ÇILE, 2019   13:11

TEBQA

Rêveberiya Jinan a Tebqayê daxuyaniyek da tê de teqez kir ku ew ê parastina nirxên şoreşê bikin ku cîhanê bi şoreşa jinan nas kir. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Jinan a Tebqayê Nesra Ebakê ve li navenda Yekitiya Jinên Ciwan hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk gef xwarin ku dê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku QSD`ê ji DAIŞ`ê rizgar kirin, dagir bike. Diviyabû ku jinan xwe bi rêxistin bikira û parastina xwe bikira.

Dûrî girêdana hêviyan bi aliyên derve, em ê bi hemû hêz û derfetên xwe, parastina xwe li dijî êrîşên ji derve bi pêş bixin.

Ji bo parastina xwe, em ê xwe bi rêxistin bikin û amade bin ji her cure êrîşên dijmin re. Em ê parastina nirxên şoreşê bikin ku bi şoreşa jinan tê naskirin û em ê civakê bi hemû pêkhateyên wê biparêzin.”

ANHA