Rûspiyên Ereb: em ê bi yek destî li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin

Rûspiyên êlên Ereb ên Til Hemîs û Til Birakê ji bin konê çalakiya bajarê Serêkaniyê gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û teqez kirin ku bi saya hevgirtina gelên herêmên di bin banê projeya neteweya demokratîk de dê tevahiya komployan têk bibin.

Rûspiyên Ereb: em ê bi yek destî li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin
8 ÇILE, 2019   16:15

HESEKÊ

Çalakiya konvedanê ya bajarê Serêkaniya ya kantona Hesekê li ser sînor di roja xwe ya 21'an de didome. Rûspiyên êlên Ereb ên navçeyên Til Hemîs û Til Birakê yên kantona Qamişlo tev li çalakiyê bûn û girêdayî gefên Tirkiyê li dijî herêmê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin. Rûspiyan teqez kirin ku ew ê li hember her êrîşekê li dijî herêmê bisekinin.

Mihemed Xelef El-Xilewî yê ji êla El-Şerabîn a navçeya Til Hemîsê gefên Tirkiyê li dijî herêmê şermezar kir û destnîşan kir ku herêm bi saya xwîna şehîdên QSD'ê hatiye rizgarkirin.

El-Xilewî wiha domand: "Erdogan komên çete di serî de DAIŞ'ê şand herêmê û komkujî li ser gelê me de pêk anîn. Cîhan bû şahidê serkeftinên şervanên me ku mezintirîn û xetertirîn komên terorîst qewitandin. Bi saya hevgirtina me di bin bangê projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan de em bihêz bûne û kes nikare rêya me asteng bike."

Girêdayî heman mijarê Ebidusemed Ebid El-Balî yê ji êla El-Sada El-Tifêhîn a navçeya Til Hemîsê teqez ku ew dagirkirina Tirkiyê ji xaka herêmê bi tundî red dikin û got, ew ê li hember gefên Tirkiyê bisekinin.

Ji aliyê xwe ve Hisên Hamid Telabê yê ji êla El-Şemer ji navçeya Til Birakê gefên Tirkiyê li dijî herêmê şermezar kir û got: "Em tev li çalakiyê bûn da ku ji dewleta Tirk re isbat bikin ku  ji bo parastina xaka welat em bi yekrêzî di eniyên pêş de disekinin û em ê bisekinin."

Abdullah Selûm ê ji êla El-Şerabîn li navçeya Til Hemîsê detnîşan kir ku bi saya xwîna şehîdan herêm ji çeteyan hatin paqijkirin û got: "Em bi azadî li ser xaka xwe dijîn, em destur nadin Tirkiyê ku destkeftiyên şehîd û gel têk bibe.

Selûm wiha domand: "Em ji Erdoganê hov re dibêjin, em ê bi yekrêzî li hember her êrîşekê bisekinin. Ji ber ku em yek gel in û dê tiştek me ji hev cuda neke."

(şx)

ANHA