Çalakiya li Girê Spî berdewam e

Tevî serme û baranê çalakiya li bajarê Girê Spî li ser sînorê berdewam e.

Çalakiya li Girê Spî berdewam e
Çalakiya li Girê Spî berdewam e
Çalakiya li Girê Spî berdewam e
Çalakiya li Girê Spî berdewam e
8 ÇILE, 2019   15:39

GIRÊ SPÎ

Çalakiya li bajarê Girê Spî li hemberî gefên Tirkiyê di roja 25‘an de li ser sînor berdewan e. Bi sedan şêniyên kantonê û şandiyên ji bajarê Tebqayê beşarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebdellah axivî û got:" Hebûna me li vir nîşaneya xwişk û biratiya gelan û jiyana hevbeş e, di heman demê de yekîtî û hêza me diyar dike.  Em dibêjin na ji dagirkeriyê re, ji ber em yek gel in, ji Dera, Sêwêda û Dêrazorê heya Hesekê li ser axa Sûriyê xwişk û bira ne"

El-Ebd her wiha got: "Em nameya xwe ji Erdogan re dişînin, jê re dibêjin ev axa ya me ye, em xwediyê vê axê ne, ne dagirker in, tu dagiker î, tu dixwazî axa me desteser bikî, lê em nahêlin ev yek pêk were"

Hemîd El-Ebd hêvî kir ku civaka navdewletî ji binpêkirinên ku tu ferqê nexîne navber mezin û biçûkan bê helwest nemîne.

Bi navê şandeya bajarê Tebqayê Hamid El-Hemşerî jî di çalakiyê de axivî û wiha anî ziman: "Em îro ji Tebqayê hatine gel birayên xwe yên Girê Spî, ji bo piştgiriyê bidin wan, wekî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em xwişk û biran in. Çalakî û kombûna me li vir nîşaneya hevgirtina me diyar dike."

Çalakiya roja 20‘an bi dirûşmeyan bi dawî bû û dê sibe dewam bike.

(dh)

ANHA