Li Efrînê jî diyar bû ku Erdogan dijminê Kurdan e

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan her car dibêje ku ew “êrîşî Kurdan nake”, lê rûxandina peykerê Kawa yê Hesinkar, koçberkirina şêniyên Kurd ji Efrînê, qedexekirina zimanê Kurdî û ferzkirina zimanê Tirkiyê li Efrînê, durûtiya îdayên wî eşkere dike.

8 ÇILE, 2019   13:44

EFRIN

Efrîn bûye welatê Tirkiyê, hemû pankart Tirkî ne, wêneyên Erdogan li ser hemû dîwaran in, zimanê Kurdî hatiye qedexe kirin û zimanê Tirkiyê hatiye ferz kirin. Senator û endamê Kongreya Amerîkî Thomas Garrett jî wiha got:"Navê nexweşxaneya Efrînê ku berê bi zimanê Kurdî û Erebî bû, niha bi zimanê Tirkiye."

Di 18`ê Adara 2018`an de roja dagirkirina Efrînê, leşkerên Tirkiyê û çeteyan weke kûliyan êrîşî Efrînê kirin, di rojekê de her tişt talan kirin, dîzin û peykerê Kawayê Hesinkar rûxandin.

Kawayê Hesinkar, efsaneya ku hemû Kurd weke sembola berxwedanê dibînin, çeteyên Tirk peykerê Kawayê Hesinkar rûxandin, niha jî li şûna wî ala Tirkiyê û çeteyan dalqandine.

Wêneya Erdogan li hemû dibistanan hatiye daliqandin û wêne îsbata wê dike, ne tenê wisa, navê qada wetanî guhertin û navê Recep Tayyîp Erdogan lêkirin.

Piştî ku Tirkiyê bajarokê Raco dagir kir, yek ji çeteyan wiha nivîsandibû "Ez nizam kê Roma şewitandin, lê me Raco şewitand", vê hevokê armanca Tirkiyê bi kurtî diyar kir. Bi vê hevokê diyar dike ku Tirkiye dixwaze Kurdan tine bike û xaka wan bişewitîne.

Niha li Efrînê hejmara Kurdan nagihêje ji sedan 10. Lê ji beriya dagirkirinê Efrîn ji sedan 90 Kurd bû. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê zêdetirî 300 hezar Kurdên Efrînê koç kirine, zêdetirî 400 hezar şêniyên Kurd ên ku neçar man ji ber êrîşên dewleta Tirk ji Efrînê derkevin, li Şehbayê dimînin. Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê di aliyê jiyanî de zehmetiyan dijîn.

Li Efrînê hejmara efrîniyên resen pir kêm bûye, şêniyên Kurd nikarin ji malên xwe derkevin, dema ku ji malên xwe derdikevin rastî kuştin an jî revandinê tên. Yek ji şêniyan Efrînê wiha got "Efrîn, ji şêniyên resen re wek girtîgehekê ye.”

Yek ji şêniyê ji Efrînê wiha dibêje: "Dema çavên te li çeteyekî dikeve, yan te êşkence dikin an jî dikujin”.

Êdî her kes dizane armanca Tirkiyê ji dagirkirina Efrînê tinekirina Kurdan û koçkirina wan e, hîn jî Erdogan dibêje “ew Kurdan hedef nagire”.

 Dewleta Tirk a dagirker, di dema dagirkirinê de êrîşî nexweşxaneya Avrîn kirin û piştî di çapemeniyê de hat belgekirin, dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê dîmenek weşandin, çapxaneya nêzî nexweşxaneyê weşandin ku hîn nexweşxane saxleme. Belgeyan çapemeniya Tirkiyê derewîn derxist.

Ev wêneyên ku di demên cuda hatine kişandin, îdiyên Erdogan derewîn derdixe.

(jo)