Çîroka şêniyekî Ezazê: Erdogan malên me talan kir

Bi vegotina çîroka xwe apê Mihemed Cemîl îdiayên serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyûp Erdogan ku ew koçberan vedigerîna warên wan, derewand.

Çîroka şêniyekî Ezazê: Erdogan malên me talan kir
8 ÇILE, 2019   10:48

SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Artêşa Tirk îdea dike ku dixwaze “terorê xilas bike û şêniyan li warê wan vegerîne”. Lê rastiya li herêmê û çîrokên şêniyên herêmê teqez dike ku ev îdea derew in. Yek ji van çîrokan jî çîroka apê Mihemed Cemîl e ku ji Ezaza di bin dagirkeriya Tirkiyê reviya û berê xwe da Minbicê ye.

Apê Mihemed Cemîl (80) bavê 4 zarokan e. Ji bajarê Ezazê yê girêdayî Kantona Şehba ku di BakurÊ Sûriyê cih digre. Apê Mihemed tevî hevser û zarokên xwe ji Ezazê koçber bûye û niha li bajarê Minbicê jiyan dike. Apê Mihemed û malbata xwe di rewşa xîzaniyê de dijîn.

Apê Mihemed Cemîl tevî malbata xwe 3 caran koçber bûye. Destpêkê dema çeteyên “Mertala Firatê” bajarê Ezazê dagir dikin, berê xwe dide Efrînê û li wir bi cih dibe. Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîn dagirkirin, dîsa neçar ma vegere Ezazê. Lê çeteyên “Mertala Firatê” çawa ku mal û milkên gel talan dikin, yê apê Mihemed jî talan dikin. Apê Mihemed yek ji wan kesane ku dagirkerî, talan, dirûtî û îdeayên derew ên dewleta Tirk dibîne ye.

Piştî ku Minbic rizgar dibe vê carê jî apê Mihemed bi malbata xwe re berê xwe didin Minbicê. Meclisa Leşkerî ya Minbicê dihêlin ku apê Mihemed û malbata wî bikevin Minbicê. Li rexma ku ji bo derketina ji Ezazê pir zehmete jî lê apê Mihemed rêyekî dibîne û derdikeve.

Apê Mihemed kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê wiha rave dike: “Erdogan bi hovane malên me xirab kirin û em koçber kirin. Erdogan dixwaze Osmaniya Nû bîne herêmê. Em wek gelê Sûriyê nahêlin ku ew bigihe armancên xwe.”

 Apê Mihemed destnîşan kir ku li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de rojane mal û milkên welatiyan tên talankirin û şênî tên koçberkirin û wiha pê de çû: “Tirkiyê dixwaze me ji Minbicê jî bide koçberkirin û li gorî planên xwe mêtîngeriyê bike û demografiya herêmê biguhere.”

Apê Mihemed gotinên xwe wiha domand: "Ew dixwaze me bi koçberkirinê ji milk û malên me dur bike. Şerê terorê ku propogendeya ew dikin, tenê behsa terorîstên ku derbasî herêmê kiriye dike. Tişta ku nahêle em biçin warê xwe dagirkeriya Tirkiye û çeteyên wê ye.”

 Di dawiyê de apê Mihemed rewşa xwe bi vê pirsê rave kir: “Gelo eger Tirkiye êrîşê Minbicê bike, vê carê em ê biçin ku? Gelo heya kengî em koçber bibin, li gel ku em xwediyên vê xakê ne?"

(şx)

ANHA