Li dijî newekheviya jin-mêr jin amadekariyên greva navneteweyî dikin

Jinên Swîsreyî amadekariyan dikin ku 14'ê Hezîrana 2019'an li dijî newekheviya jin-mêr li qada neteweyî grevê bikin.

Li dijî newekheviya jin-mêr jin amadekariyên greva navneteweyî dikin
8 ÇILE, 2019   10:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Greva destpêkê 14'ê Hezîrana 1991'ê pêk hatibû û nêzî 500 hezar jin tevlî bûbûn.

Beriya wê, 24'ê Cotmeha 1975'an li Îzlandayê greveke bi heman rengî pêk hatibû û 90 ji sedî yê jinan tevlî bûbûn. Jinan 24 saetan dest ji kar berdabûn.

Duyemîn greva giştî ya li Swîsreyê piştî 28 salan tê kirin. Ji rayedarên federal Sîmonetta Sommarûga jî diyar kir ku ew piştgiriyê dide greva giştî.

Li gorî malpera TV5monde, di nava 28 salan de gelek tişt hatibin guhertin jî, di rêwîtiya zor û zehmet a ber bi wekheviyê de ji hêrsa jinan tiştek kêm nebû.

Lê belê di nava 28 salan de jinan qanûnên 'destûra dayiktiyê', 'mafê kurtajê' û 'qanûna wekheviyê' bi dest xistin. Tevî vê yekê jî civak hîn xwedî mejiyê baviksalariyê ye.

Jinan diyar kirin, li parlamentê nêzîkatiyên bi serweriya mêr hîn jî dewam dikin û ragihandin ku qanûna wekheviyê hîn qels e.

Grev wê 14'ê Hezîrana 2019'an pêk were û tê payin jinên li gelemperiya welêt bersivê bidin banga sendîkayan.

22'ê Îlona 2018'an ji bo wekheviyê çalakiyek hatibû kirin û 20 hezar kes tevlî bûbûn.

Beriya Greva Jinan ku wê 14'ê Hezîrana 2019'an li gelemperiya Swîsreyê pêk were, sazî û rêxistinên jinan li hev kom bûn û piştgirî dan Parlamentera HDP'ê ya Colemêrg Leyla Guven ku 62 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.