Li Reqayê avahîsazî geş dibe

Piştî ku Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin û herêm bi ewle bû, li herêma El-Keramê avahîsazî geş dibe. Şaredariyê diyar kir ku di sala 2018’an de zêdetirî 550 ruxsetên avahiyan dane.

Li Reqayê avahîsazî geş dibe
Li Reqayê avahîsazî geş dibe
Li Reqayê avahîsazî geş dibe
Li Reqayê avahîsazî geş dibe
Li Reqayê avahîsazî geş dibe
8 ÇILE, 2019   10:01

EHMED EL-ESAF / REQA

Piştî ku QSD’ê Reqa û gundewarên wê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, li herêmê aramî û ewlehî çêbû. Li herêma El Keramê ya girêdayî Reqayê tevgera avahîsaziyê geş bûye.

Li gel ewlehiyê jî nirxê peydakirina madeyên avahîsaziyê guncaw bûne û şaredarî jî ruxsetê dide gel.

Girêdayî mijarê xwediyê werşeya çimentoyê Elî El-Hemed destnîşan kir ku piştî rizgarkirina herêmê û ewlehiya wê tevgera avakirinê zêde bûye.

El-Hemed bal kişand ku berê kesek nedikarî avahiyekî ava bike, ji ber ku çeteyên ku herêm dagir kirine, ti pergalek rêxistinî mîna şaredariyan ava nekiribûn. Tevî wê jî nirxa madeyên avakirinê bilind bûn.

Her wiha El-Hemed destnîşan kir ku niha li herêmê madeyên avakirinê peyda dibin, lê nirxa hesin buha ye û wiha pê de çû: “Tona wê dighêje 280 hezar Lîreyên Sûriyê. Ji ber wê şênî neçar dimînin hesinê kevn ên ku ji bin bermahiyên malan hatine derxistin bi kar bînin. Tona hesinê kevn dighêje 160 hezar Lîreyên Sûriyê.”

Endamê beşa fenî yê Şaredariya Gel a Reqayê Feysal El-Beyrem diyar kir ku dema gel ruxsetê dixwazin, xwasteka wan ji aliyê Buroya Fenî ya girêdayî şaredariyê ve tê nirxandin û piştre jî ruxseta avakirinê didin gel.

El-Beyrem destnîşan kir ku ew li gorî sazimaniya kevn ruxseta avahiyan didin û niha hewl didin sazûmaniyek nû ji herêmê re deynin.

Di dawiyê de El-Beyrem bal kişand ku Şaredariya Gel a El-Keramê di sala 2018'an de zêdetirî 550 ruxsetên avakirinê dane.

(şx)

ANHA