Serokê Koriya Bakur gihîşt Çînê

Serokê Koriya Bakur Kim Jong-un îro gihîşt Pekîn da ku danûstandinan bi Serokê Çîn Shi Jin Pyong re bike.

Serokê Koriya Bakur gihîşt Çînê
8 ÇILE, 2019   09:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ku ajansên fermî yên Çîn û Koriya Bakur ragihandine ku Serokê Koriya Bakur Kim Jong-un îro sibehê serokê Çîn Shi Jin Pyong dîtiye.

Ajansa Yonhap a Koriya Başûr ragihand ku Serokê Koriya Bakur îro sibehê gihaşt balefirxaneya Pekîn û dê heta roja pêncşemê bimîne.

Her wiha televizyona fermî ya Koriya Bakur diyar kir ku li ser daxwaza serokê Çînê Shi Jin Pyong, Kim Jong-un serdana Çînê kir.

(jo)