ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.01.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.01.2019
8 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiya mertalên zindî ya şêniyên Kobanê, Minbic û Serêkaniyê li hemberî gefên Tirkiyê li ser herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeyên Til Koçer, Girkê Legê û Çil Axa cenazeyê şehîdekî Şerê Tinekirina Terorê li goristana şehîdan a navçeya Til Koçerê bi merasîmekê oxir dikin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê Fermendarê Giştî yê Ceyş El-Siwar Ebû Erac destnîşan kir ku sedema nakokiyan di navbera çeteyan li Idlibê de dewleta Tirk e û komên çeteyan wek baskê leşkerî yê AKP'ê bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ezedîn Sofî anî ziman ku Tirkiyê ola Îslamê ji bo pêkanîna planên xwe li herêmê bi kar tîne û destnîşan kir ku kiryarên Tirkiyê ji rastiya îslamê dûr e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rewşenbîrên kantona Kobanê destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi armanaca têkbirina ewlehiya herêmê û derxistina tevliheviyê di navbera Ereb, Kurd û Suryan de gefan dixwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Efrîniyên li kantona Şehbayê têkoşînê dikin gotin, wan 58 rojan li hemberî tank û balafirên dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe dan û destnîşan kirin ku berdêl çi be ew ê têkoşîna we di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de berdewam bikin ta Efrînê rizgar bikin û li warê xwe vegerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Tevî ku dîroka bavikên wan ên Osmanî dîroka komkujî, kuştin û talanê ye jî, lê dîsa Erdogan her dem dibêje û dubare dike ku ew neviyê Osmaniyan e, da ku projeyên xwe yên li herêmê pêk bîne. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Hevseroka Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Zelal Ceger destnîşan kir ku bi naskirina statuya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet jî gelê Kurd, wê pêşî li gef û êrîşên ser herêmê bê girtin û wiha got: “Eger statuya me neyê qebûlkirin, ji bo parastin û rewatiya xwe em ê her tiştî bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Dêrikê Dr.Mistefa Keleş teqez kir ku tu asoyên dagirkiriyê ji bo çareserkirina doza Kurd tune ye û got lidarxistina kongreya netewî li ser sata Kurdistan û yekrêziya nêrîna Kurd pêwîstiyek e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star navenda Jinelojiya li taxa Kaziya Merşo ya bajarê Hesekê vedike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên kanatona Efrînê berxwedana Leyla Guven di girtîngên faşîzmaya Tirkiyê silav kirin û gotin, daxwazên Leyla daxwazên tevahî gelê Kurd e. Jinên destnîşan kirin ku pêwîste aliyên pêwendîdar daxwazên wê bi cih bînin ji ber rewşa wî ya tenduristî roj bi roj kirîk dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li herêma Kerama ya girêdayî bajarê Reqayê tevgera avahîsaziyê geş bûye. Li gorî berpirsên Şaredariya Gel di sala 2018‘an 550 rûxsetên avahîsaziyê dane. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Avdan û Xebitandinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Ekîpa Afrînerên Pêşerojê dest bi projeya Sewacî Xêr 2 kiriye, ku herkîna avê di kenalên sereke yên beşê bakurê gundewarên Reqayê de rêxistin dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji koçberên bajarê Ezazê li Minbicê apê Mihemed Cemîl îdiayên Erdgoan ku dibêje rewşa Minbicê ne aram e û dê koçberan vegerînin warê wan derewandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA