Zelal Ceger: Em ê ji bo parastin û rewatiya xwe her tiştî bikin

Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger destnîşan kir ku bi naskirina statuya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet jî gelê Kurd, wê pêşî li gef û êrîşên ser herêmê bê girtin û wiha got: “Eger statuya me neyê qebûlkirin, ji bo parastin û rewatiya xwe em ê her tiştî bikin.”

Zelal Ceger: Em ê ji bo parastin û rewatiya xwe her tiştî bikin
8 ÇILE, 2019   06:09

MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Piştî dagirkirina Efrînê serokkomarê dewleta Tirk a dagiker Recep Tayyîp Erdogan 13’ê Kanûna 2018’ an gefên dagirkirinê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin. Li dijî gefxwarina dewleta Tirk Rêveberiya Xweser seferberî ragihand. Di çarçoveya seferberiyê de li Serêkaniyê, Girê Spî, Kobanê û Minbicê çalakiyên mertalên zindî dest pê kirin. Her wiha li dijî gefên Erdogan seranserî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin.

Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger gefên li dijî herêmê û bertekên gel ji ajansa me re nirxandin.

‘Erdogan bi gefan xwe ji bidawîbûna Hevpeymana Lozanê re amade dike’

Zelal Ceger di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser nêzbûna bidawîbûna Hevpeymana Lozanê û wiha got: “Hevpeymana Lozanê di 2023’yan de we bi dawî dibe. Recep Tayyîp Erdogan bi gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe ji bo bidawîbûna Hevpeymana Lozanê amade dike. Her wiha nûjenkirina Împaratoriya Osmanî û vegerandina sînorên Misakî Mîllî jî ji dike hedef.”

Zelal Ceger diyar kir ku piştî 8 salan di siyasetê de gihiştine qonaxake nû û wiha pê de çû: “Li gor qonaxa siyaseta nû Amerîka û Rûsya siyaseta xwe digûherin. Dê di sala 2019’an de siyaseta dewletan eşkere bibe. Salên borî de dewletan li ser komek çete şer dikirin, lê sala 2019’an de wê dewlet li gorî berjewendiyên xwe şerê hevdû bikin. Vekişandina Amerîka ji Rojhilata Navîn an jî Sûriyê dê tenê ji herêmekî bê kirin, bi temamî ji Rojhilata Navîn vekişînek nayê kirin.”

Zelal Ceger destnîşan kir ku tevliheviya siyasî gihîştiye asteke ku xitimandin di siyaseta Rûsya û Amerîkayê de jî çêkir û wiha got: “Siyasetên wan dewletan dê di 2 mehên pêşiya me de zelatir bibin. Rojeva ku hatiye avakirin, hesabên her kesî tevlihev kirin.”

‘Dixwazin di Sûriyê de Rojhilata Navîn bi rê ve bibin’

Zelal Ceger destnîşan kir ku Sûriye navenda Şerê Cîhanê yê Sêyêmîn e û gotinên xwe wiha berdewam kirin: “Nêzî 60 dewlet cihê xwe di nava Sûriyê de digirin. Ev navendîbûn bû sedem ku herêm bi êrîşên DAIŞ û dewletên dagirker, Sûriye parçe bibe. Cografyaya Sûriyê gelekî girîng e. Dewletên dagirker dixwazin di nava Sûriyê de Rojhilata Navîn bi rê ve bibin.”

‘Neteweya demokratîk û hemû pêkhateyên herêmê hedefa gefan in’

Zelal Ceger di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku projeya neteweya demokratîk di cîhanê de cara yekem li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin û di nava wê sîstemê de hemû pêkhate bi azadî statuya xwe diparêzin. Zelal Ceger gotinên wiha berdewam kirin: “Projeya neteweya demokratîk wê Sûriyeyeke demokratîk ava bike. Her wiha dê bandorê li Rojhilata Navîn jî bike. Gelê Rojhilata Navîn li hember sîstema dewlet a dîktator serî hildidin û wek alternatîf jî projeya neteweya demokratîk dipejirînin. Di sedsala 21’emîn de projeya neteweya demokratîk wekî statuyeke nû tê dîtin.  Ew pergal mafê hemû mirovan diparêze. Gef û êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên li ser statuya sedsala 21’emîn e. Dewleta Tirk a dagirker bi gefan, ne tenê dijminatiya gelê Kurd, di heman demê de hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelên Rojhilata Navîn dike hedef.”

Zelal Ceger tekildarî çareseriya pirsgirekên aloziya  Sûriyê jî diyar kir ku bi naskirina statuya gelên herêmê we çareserî dîtin û ev tişt anî ziman: “Gelek civînên wekî Astana, Cinêv, Soçî hatin lidarxistin. Lê tu encam ji wan civîna nehat girtin. Sedema wê jî statuya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civînan de esas nehat girtin û nehişitn tu nûnerên herêmê di civînê de amade bibin. Hemû kes dizane ku wan dewletan statuya gelê herêmê teybet gelê Kurd wekî rêxistin, şoreş û civak qebûl nekirine. Her wiha tu çareserî bê statuya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê sernakeve. Her dem hebûna gelê herêmê di hêza leşkerî de esas girtin. DAIŞ ber bi dawiyê ve diçe. Pêwîste êdî statuya gelê herêmê were qebûlkirin. Em tenê li ser hebûnek leşkerî naçin çareseriyê. Eger statuya me neyê qebûlkirin, em ê ji bo parastin û rewatiya xwe her tiştî bikin.”

‘Divê hemû gelên herêmê ji bo şerê taybet hişyar bin’

Zelal Ceger di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Pêwîst e dewletên Ereban xwe ji bo komploya ku li ser Rojhilata Navîn tê meşandin, amade bikin. Dewletên dagirker li dijî yekbûna gelan in û parçebûnê esas digrin. Di Kurdistan û Rojhilata Navîn de ew siyaseta parçe bike û rêve bibe didin meşandin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de yekbûn û hevgirtina gelan xûrt bûye.  Dewleta Tirk a dagirker taybet politikayên parçekirine di nav gelan de esas digire. Divê hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî polîtîkayên dewleta Tirk hişyar bin û destûr nedin şerê teybet bê meşandin.”

ANHA