Cenazeyê Tebqawî bi merasîmeke hate veşartin

Bi sedan şêniyên Tebqayê cenazeyê şervanê QSD`ê Mihemed El-Silêman (Hemdelî Tebqawî) yê ku dema erka xwe ya leşkerî li bajarê Reqayê pêk dianî şehîd bû, spartin axê.

Cenazeyê Tebqawî bi merasîmeke hate veşartin
Cenazeyê Tebqawî bi merasîmeke hate veşartin
Cenazeyê Tebqawî bi merasîmeke hate veşartin
Cenazeyê Tebqawî bi merasîmeke hate veşartin
Cenazeyê Tebqawî bi merasîmeke hate veşartin
Cenazeyê Tebqawî bi merasîmeke hate veşartin
Cenazeyê Tebqawî bi merasîmeke hate veşartin
Cenazeyê Tebqawî bi merasîmeke hate veşartin
7 ÇILE, 2019   15:47

TEBQA

Bi sedan şêniyên Tebqayê, endamên komîteyên sivîl, leşkerî û hêzên Ewlehiya Hundrîn cenazeyê şervanê QSD`ê Mihemed El-Silêman (Hemdelî Tebqawî) yê di encama teqîna mayînekê de dema erka xwe ya leşkerî li bajarê Reqayê pêk di anî şehîd bû, bi merasîmekî li goristana şehîdan spartin axê.

Cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Tebqayê hate wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana şehîdan a Tebqayê kete rê. Merasîm bi rêzgirtin dest pê kir her wiha toreneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate lidarxistin. Paşê bi navê Saziya Malbatên Şehîda Abdulkerîm El-Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan heta dawiyê da û got ew ê zarokên xwe li se rêya bavên wan ên şehîd mezin bikin.

Her wiha ji fermandarên QSD`ê Mehmûd El-Îsa teqez kir ku şervanên QSD`ê heta dawiyê û heta serkeftinê şopdarên rêya hemû şehîdan bin.

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Heveroka Komîteya Têkiliyên Giştî Asiya El-Xerbî sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Paşê nasnameya şehîda hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de hate veşartin.

(bx)

ANHA