Kobanê 3`yê şehîdên xwe oxir kirin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê 3 şehîdên xwe bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Dicle oxir kirin.

Kobanê 3`yê şehîdên xwe oxir kirin
Kobanê 3`yê şehîdên xwe oxir kirin
Kobanê 3`yê şehîdên xwe oxir kirin
Kobanê 3`yê şehîdên xwe oxir kirin
Kobanê 3`yê şehîdên xwe oxir kirin
Kobanê 3`yê şehîdên xwe oxir kirin
Kobanê 3`yê şehîdên xwe oxir kirin
Kobanê 3`yê şehîdên xwe oxir kirin
Kobanê 3`yê şehîdên xwe oxir kirin
Kobanê 3`yê şehîdên xwe oxir kirin
Kobanê 3`yê şehîdên xwe oxir kirin
Kobanê 3`yê şehîdên xwe oxir kirin
7 ÇILE, 2019   13:52

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyê 2 endamên Asayîşê Wês Romî (Wês), Celal Şêx Elî (Celal) dema li ser erka xwe bûn şehîd bûbûn û şervanekî YPG`ê Baqir Neisan (Bakur) ê ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbûn, oxir kirin.

Merasîma oxirkirina bi toraneke leşkerî ji aliyê endamên Asayîşê ve hate destpêkirin.

Li ser navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Kobanê Ismaîl Xelîl axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û wiha got:"Em bi saya xwîna van şehîdan û hemû şehîdên Tevgera Azadiyê yên ku canê xwe ji bo me feda kirin gihîştin vê astê û me gelek destkeftî bi dest xistin. Şehîdên me ji bo ku gelê me bi aramî jiyan bikin xwe kirin mertalên zindî.”

Endama PYD`ê Eyşe Efendî jî axivî û soza dewamkirina têkoşînê nû kir.

Piştira li ser navê her 3`ê malbatên şehîdan Xelîl Mislim wiha got:" Em Îro dîsa 3`ê lehengên xwe dispêrin axê û em bi wan serbilind in.”

Piştî axaftina Meclisa Melbatên Şehîdan wesîqeta şehîdan xwendin û radestî malbatê wan hate kirin.

Bi dirûşme û tiliyên dayîkan, her sê şehîd hatin oxirkirin.

(sn-hh)

ANHA