`Em ê dilsozên şehîdan bin û hemû gefan vala derxînin`

Çalakiya mertalên zindî ya li Minbicê di roja 5’emîn de bi serdana şêniyên herêmê berdewam dike. Şêniyan got: “Em ê dilsozê şehîdan bin û hemû gefan vala derxînin."

`Em ê dilsozên şehîdan bin û hemû gefan vala derxînin`
`Em ê dilsozên şehîdan bin û hemû gefan vala derxînin`
`Em ê dilsozên şehîdan bin û hemû gefan vala derxînin`
`Em ê dilsozên şehîdan bin û hemû gefan vala derxînin`
`Em ê dilsozên şehîdan bin û hemû gefan vala derxînin`
`Em ê dilsozên şehîdan bin û hemû gefan vala derxînin`
`Em ê dilsozên şehîdan bin û hemû gefan vala derxînin`
`Em ê dilsozên şehîdan bin û hemû gefan vala derxînin`
7 ÇILE, 2019   13:23

MINBIC

Çalakiyên martalên zindî li dijî gefên Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan li herêmên ser sinor berdewam dikin. Çalakiya Minbicê jî di roja 5’emîn de berdewam dike. Şênî, saziyên sivîl û leşkerî serdana çalakiyê dikin. Di çalakiyê de druşmên silavkirina berxwedanê û şermezarkirina gefên Tirkiyê hatin berzkirin.

Çalakî bi rêzgirtinê destpêkir û piştre axaftin hatin kirin. Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li Minbicê û gundewarên wê Sozan Hisên axivîn. Sozan diyar kir ku gef û daxuyaniyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê pîsklojîk e û dive gelê herêmê hiyar be.

Sozan teqez kir ku gel di aliyê leşkerî û fikrî de rêxistin kiriye û wiha got:"Gelê me bi rêya felsefeya parastinê û xweparastinê şer kir û teror tine kir. Pişta xwe da xwe û bi serket. Ev yek jî Tirkiyê hêrs dike û ji ber wê jî dixwaze derbeyê li îradeya gel bide.”

Paşê li ser navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê berdevkê fermî yê Meclisê Şervan Derwîş axivî û wiha got: "Em wek hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê amadene ku parastina bajarê xwe bikin. Kesên ku bûn sedemê ruxandina Sûriyê hîn jî ji rijandina xwîna gelê Sûriyê têr nebûne.”

Çalakî berdewam dike.

(jo)

ANHA