Li Amedê platforma şopandina grevên birçîbûnê hat avakirin

Baroya Amedê, ÎHD, OHD, Odeya Tabîban û TÎHV’ê bi armanca rewşa girtiyên di grevên birçîbûnê û pêkanînên li girtîgehan bişopînin platform ava kirin.

Li Amedê platforma şopandina grevên birçîbûnê hat avakirin
7 ÇILE, 2019   12:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê, Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komîsyona Mafê Mirovan a Odeya Bijîşkên Amedê (DTO) û Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) bi armanca rewşa girtiyên di grevên birçîbûnê û pêkanînên li girtîgehan bişopînin platform ava kirin. Daxuyaniya derbarê mijarê de li avahiya Navenda Perwerdehiyê ya Baroyê hat lidarxistin û nûnerên saziyên beşdar bûn.

Endamê Desteya Rêveber a OHD’ê Berdan Acûn daxuyanî da û wiha axivî: “Binpêkirinên mafan ên bi salan e li girtîgehên Tirkiyê dewam dikin, di hin demên krîzan de ev binpêkirin zêdetir dibin. Di salên dawî de gelek girtîgeh hatin avakirin. Ji ber pergala bêhiqûqiyê girtîgeh tije bûne û kapasiyetên xwe derbas kirin. Ji ber ku mekanîzmayên hiqûqî nayên bi cih anîn, girtî serî li rêbazên çalakiyên cuda didin. Yek ji van rêbazan jî bêguma çalakiyên ‘greva birçîbûnê ne.’”

‘Li Tirkiyê 130 kes ketine greva biçîbûnê’

Acûn, diyar kir ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji ber ku hevdîtina malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên astengkirin, 61 roj in di greva birçîbûnê deye û wiha got: “Leyla li dijî astengkirinên mafên Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Di 5’ê Çileya 2019’an de koma 3’yemîn jî li girtîgehan ket greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Li gorî agahiyên heya niha gehiştine berdestên me û serlêdanên ji bo me hatin kirin, hêjmara çalakgerên di greva birçîbûnê de gehiştiye 130 girtiyan. Divê rêz ji bo rûmeta girtî û hikumxwaran bê dayîn. Divê girtî di şertê tecrîd û îzolasyonê de neyên girtin û girtîgeh ji raya saziên sivîl re vekiribin.”

‘Bila Wezareta Dadê bikeve nava hewldanan’

Acûn, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo weke berê di girtîgehan de mirin çênebin, em di serî de hikûmetê, wezaretên berpirs û hemû kesên bi hestiyar dikin ku bi hestiyar tevbigerin. Ji bo ku em pêkanînên di girtîgehan de bişopînin, me biryara avakirina platformekê da. Ev platform, wê li girtîgehan çalakiyên grevên birçîbûnê bişopîne û bike rapor û di demên cuda de wê vê raporê bi raya giştî re parve bike. Dîsan wê serî li sazî û dezgehên berpirs bide. Berî ku grevên birçîbûnê bi awayekê neyînî bi encam bibin, em bang li Wezareta Dadê dikin ku ji bo çareseriyê bikevin nava hewldanan.”