Li Reqayê ji bo zarokên nexwendî dewreyên perwerdeyê hatin vekirin

Rêxistina Wîqayê bi hevkariya Komîteya Perwerdeyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê bi dirûşma "Şad bibe" ji bo zarokên ku di salên borî de ji xwendinê bê par mane, deriyê fêrbûnê bi rêya dewreyên perwerdeyê vekir.

Li Reqayê ji bo zarokên nexwendî dewreyên perwerdeyê hatin vekirin
Li Reqayê ji bo zarokên nexwendî dewreyên perwerdeyê hatin vekirin
Li Reqayê ji bo zarokên nexwendî dewreyên perwerdeyê hatin vekirin
7 ÇILE, 2019   12:06

RUBA EL-ELÎ  / REQA

Bi armanca rakirina nexwendîtiyê li gel zarokan Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê bi hevkariya rêxistina sivîl a Wîqayê dest bi gaveke erênî kir. Zarokên 6-10 salî dê kom bikin û dê perwerde ji wan re bê dayîn ji bo ku bikarin di refên xwe de li dibistanên bajarê Reqayê û gundewarên wê bixwînin.

Rêxistina Wîqayê yek ji rêxistinên ku di bin çavdêriya Meclisa Sivîl a Reqayê de li ser pêşxistina xwendin û rakirina diyardeya nexwendinê li bajarê Reqayê, piştî ku bajar hat rizgarkirin, radiweste.

Li gorî bernameya Komîteya Perwerdeyê û ya Rêxistina Wîqayê zarok dewreyên perwerdeyê û lîstokan li Dibistana El-Selam a bajêr ku li Kolana Întîfada ye, dibînin. Di hefteyê de 3 rojan dê perwerde were dayîn û dê heta 3 mehan dom bike.

Heta niha hejmara zarokên ku tev li perwerdeyê bûne 25 e. Zarokên ku tên perwerdekirin li gor asta wan tev li dibistan û refên xwe dibin. 

Di vê derbarê de çavdêra li ser perwerdeyê ya Dibistana El-Selam Îlham Keşaya wiha axivî: “Dema dewreyên 3 meh e û wane li gorî saetan dabeş bûe. Di hefteyê de 6 saet in. Kesên pispor di vê derheqê de li ser disekinin. Di perwerdeyê de herî zêde alîkariya derûnî ji bo zarokên ku ji dest kiryarên çeteyan zirar dîtine, tê pêşkêşkirin.”

Der barê çalakiyên ku di perwerdeyê de tên meşandin, Îlham Keşaya wiha got: “Perwerdekirina zarokan li ser nivîsandin û xwendinê, babetên pratîk e û her wiha çalakiyên werzîşî û lîstok jî hene.”

Rixistina Wîqayê  1`ê Tîrmeha 2018`an hat avakirin. Çavdêra dewreyê û endama rêxistinê Îlham Keşaya bal kişand ku bi hevkariya Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê piştî perwerdeya zarokan diqede û piştî li ser rewşa wan nirxandin der barê asta wan de çêdibe, zarok di refên xwe de li dibistanê dixwînin.

(ekîb)

ANHA