‘Armanca qetilkirina her sê jinên têkoşer, şikandina îradeya jinan e’

Buroya Jinan a PYD`ê ya Helebê, her sê jinên têkoşeran (Sakîne, Fîdan û Leyla) bi bîr anîn û diyar kir ku armanca Tirkiyê ji qetilkirina wan, şikandina îradeya jinan e.

‘Armanca qetilkirina her sê jinên têkoşer, şikandina îradeya jinan e’
7 ÇILE, 2019   12:39

HELEB

9`ê Çileyê salvegera 6`an a şahadeta her sê jinên têkoşer Sakîne, Fîdan û Leyla ye ku ji aliyê îstîxbarata Tirkiyê ve li paytexta Fransayê Parîsê hatin kuştin.

Ji bo şermezarkirina vî sûcî, Buroya Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Helebê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Daxuyanî li pêşiya navenda PYD`ê ji aliyê endama rêveberiya buroya PYD`ê ya Helebê Zeyneb Mistefa ve hate xwendin.

 Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê jinên PYD`ê li taxa Şêxmeqsûdê komploya navneteweyî ku ji aliyê dewleta Tirk ve ku li ser destê MÎT’a Tirkiyê der heqê her sê têkoşeran Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez de hate kirin, bi tundî şermezar dikin. Ev bûyer di rewşeke veşartî de li Parîsê ku bi demokrasî û azadiya gelan tê naskirin, pêk hat.

Armanca dewleta Tirk ji vê bûyerê, şikandina îradeya jinan e ku roleke mezin di qada siyasî de dilîze. Jinan bi azadiya ramanên xwe xwest azadiya jinan ji cîhanê re parve bikin û civakeke adil û azad ava bikin. Dewleta Tirk dixwaze bi rêya şikandina îradeya gelê Kurd îradeya jinan bişikîne, ev komploya qirêjî ne ya yekemîn di dîroka Tirkiyê de ye. Dewleta dagirker bi kuştina gelan û komkujiya der heqê gelan de tê naskirin. Di nava komkujiyên ku dike de li Efrînê bi taybet der heqê jinan de û mînaka wê jî şehîd Barîn Kobanê ye û lîstika li ser cenazeyê wê hate kirin.

Em bang li hemû rêxistinên mafparêz, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên jinan dikin ku nasnameya sûckaran derxin. Em soz didin em ê heta dawiyê li ser şopa wan bin û xeyalên wan pêk bînin.”

(jo)

ANHA