Jineke DAIŞ`î: Tirkiye deriyê derbasbûna çeteyan ber bi Sûriyê ve ye

Jineke ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rizgarkirin, got dewleta Tirk derfet dide çeteyan ku derbasî Sûriyê bibin. Her wiha teqez kir ku QSD`ê destek da wan û ew ji çeteyan rizgar kirin.

Jineke DAIŞ`î: Tirkiye deriyê derbasbûna çeteyan ber bi Sûriyê ve ye
7 ÇILE, 2019   11:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanên QSD`ê di çarçoveya Hemleya Bagera Cizîrê de li bajarokê Hecînê jina bi navê Sifêtlana ya ku di nava çeteyên DAIŞ`ê de bû, rizgar kir. YPJ`ê dîmenên Sifêtlana ku tê de çîroka derbasbûna xwe ji Sûriyê re û çawaniya rizgarkirina wê ji aliyê şervanên QSD`ê ve dibêje, belav kir.

Sifêtlana got ew ji beriya 4 salan ve derbasî Sûriyê bûye û wiha anî ziman: "Ez li Tirkiyê dijiyam. Ez zewicî bûm. Paşê min biryar da ku ez û hevjînê xwe ji hev veqetin û bi tena xwe bijîm. Hêdî hêdî îslamê bandor li min kir. Ji ber wê min biryar da ku ez bi rêya zilamekî derbasî Minbicê bibim.”

Sifêtlana di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew bi komeke mezin re derbasî Minbicê bû, kesên di nava komê de bi eslê xwe ji Tirkiyê bûn, paşê bi zilamê ku bi rêya wî derbasî Minbicê bû re zewicî û piştî demekê derbasî Iraqê bû.

Sifêtlana diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê piştî demekê bi rêya ajanekî hevjînê wê kuşt, ji ber ku hevjînê wê çete şaş didîtin û ev yek bi awayekî eşkere digot û ji ber wê jî kesên ku navê ewlehiyê li xwe dikirin, ew kuşt. 

Sifêtlana paşê bi zilamekî din re dizewice, zarokekî wî çêdibe û ew jî tê kuştin.

 ‘Çeteyên DAIŞ`ê li her derê mayin çandin’

Sifêtlana wiha pê de çû: "Min gelek zehmetî ji aliyê çeteyan ve dît. Derfet nedidan min ku ez derkevim. Mayin li her derê diçandin. Tirs dixistin dilê me. Li wê derê gelek malbat hene û dixwazin ji herêmê derkevin. Lê çete derfetê nadin wan ku derkevin. Şêniyên wê derê ji birçînan dimirin. Dema ez li wê derê bûm, min bihîst ku jinek ji birçînan mir. Ji vê tiştê zêdetir zilm li tevahî cîhanê tune ye.”

Rêwîtiyeke dirêj heta ku xwe gihand nuqteyên nêzî şervanên QSD`ê

Sifêtlana der barê rizgarkirina xwe de destnîşan kir ku ew neçar ma 8 saetan bimeşe û xwe bigihîne nuqteyên nêzî şervanên QSD`ê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez û zarokên xwe di nava çolistanê de meşiyan. Şervanên QSD`ê em pêşwazî kirin. Ji me re xwarin û cihê starbûnê peyda kirin. Ez nikarim hevsengiyê di nava van rojan û rojên berê yên zehmet de çêkim.”

(bx)