Nûnerê nû yê taybet ê NY’yê yê Sûriyê dest bi kar kir

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê yê nû Geir Pedersen, piştî ku dema karê De Mistura bi dawî bû, dest bi karê xwe kir.

Nûnerê nû yê taybet ê NY’yê yê Sûriyê dest bi kar kir
7 ÇILE, 2019   11:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Sûriyê Steffan De Mistura istîfa kir, li gorî ku Rûsya El-Yeûm ragihandiye, îro Geir Pedersen li şûna wî dest bi kar dike.

NY’yê di 30`ê Mijdara borî de ragihand ku wan dîplomatekê ji Norwecê Geir Pedersen wek nûnerê navneteweyî ji bo Sûriyê erkdar kiriye. Ev yek jî ji ber ku De Mistura ragihand ku ji ber sedemên kesayetî ew ji kar istîfa dike.

Lê NY’yê dema karê De Mistura heta demeke nediyar dirêj kiribû ku li ser danûstandinên navdewletî ji bo komîteya destûra Sûriyê bisekine. Di dawiyê de civîn di 18`ê Kanûnê de pêk hat, lê De Mistura da xuyakirin ku ew komîte bi bin ket.

(jo)