Çeteyên El-Nusra xwe amade dikin ku li herêmê cihên xwe fireh bikin

Li herêmên çeteyên Tirkiyê li gundên Idlibê serferberî rû dide. Tê payîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra) piştî ku Eterêb kontrol kir, li herêmê cihên xwe fireh bike.

Çeteyên El-Nusra xwe amade dikin ku li herêmê cihên xwe fireh bikin
7 ÇILE, 2019   11:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku li cihên ku komên çete kontrol kirin ên li gundên Idlibê, seferberî rû dide.

Çeteyên Cebhe El-Wetaniyê yên girêdayî Tirkiyê noqteyên xwe xurt dikin û gelek çete anîn bendên kontrolê û noqteyên li derdora Mera El-Niman û Erîha û gelek cihên din.

Her wiha çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra ya berê) li herêma Erîha ya li başûrê gundên Idlibê û herêmên Bisnqol, Bisamis û Qersaya noqteyên xwe xurt kirin. Hat texmînkirin ku ev xurtkirin di çarçoveya amadekariya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de ku careke din li parêzgeha Idlibê noqteyên xwe fireh dike.

Li aliyekî din jî, navenda çavdêriyê bombebarana ku hêzên rêjîmê roja yekşem û duşemê li ser herêmên li bajarokê Elatamîne û derdora wê û gundê El-Zeket û hin cihên din li derdora El-Sirmaniyê gundên bakurê rojavayê Hemayê ku di nava herêmên bêçek de ne, çavdêrî kir.

(jo)