Koçberên Kampa Yarup bang alîkariyê dikin

Koçberên Kampa Yarup li gel paşguhkirina rêxistinan, girtina malbatan ji aliyê rêjîma Sûriyê ve, her wiha destûr nedana wan ku derbasî herêmên di bin serweriya QSD'ê de bibin, rewşeke trajedîk derbas dikin.

Koçberên Kampa Yarup bang alîkariyê dikin
Koçberên Kampa Yarup bang alîkariyê dikin
Koçberên Kampa Yarup bang alîkariyê dikin
Koçberên Kampa Yarup bang alîkariyê dikin
Koçberên Kampa Yarup bang alîkariyê dikin
7 ÇILE, 2019   10:26

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Koçberên ku ji herêmên di bin serweriya rêjîmê de reviyane û li Kampa Yarup a rojavayê bajarê Reqayê bi cih bûne, li gel paşguhkirina rêxistinan a pêşkêşkirin alîkariyan di nav rewşek dijwar û tirajedî de ne.

Koçberên kampê rewşa xwe wek “êşeke ku dilê wan diguvêşe” bi nav dikin, ji ber ku nikarin vegerin warên xwe. Koçberan destnîşan kir ku malên wan di encama êrîşên balafiran de bi temamî wêran bûne. Her wiha diyar kir ku ji ber koçberbûna domdar bi wan re qurişek pere nameye. Niha li bajarê Reqayê dimînin. Li wir jî êş û azara koçberbûn, birçîbûn û paneberbûnê, li gel paşguhkirina rêxistinan a pêşkêşkirina alîkariyan, di bin konên ku wan ji sermaya zivistanê naparêze de, dikişînin.  

Sultan Şihadê El-Sultan yek ji koçberên kampê ye. Sultan destnîşan kir ku ew di 4 salan de zêdetirî 10 caran koçber bûne. Destpêkê li Kampa El-Rukban a li ser sînorên Urdinê bi cih bûne. Sultan diyar kir ku tenê kesên dewlemend dikarin lê bijîn û bi bîr xist ku rewş gihaşt asatekê ku hindek şerefa xwe bifiroşin da ku debara xwe peyda bikin.

Sultan wiha domand: "Li ser gotinên hin xizmên min ku li Reqayê bi cih bûne û diyar kir ku jiyana bi QSD'ê re zêdetir ewle ye, ez bi tenê ji Kampa El-Rukban derketim û min berê xwe da Reqayê. Piştî ku ez gihaştim wir, min agahî da hevser û her 11 zarên xwe da ku werin Reqayê. Lê rêjîma Sûriyê bi hinceta ku ew ji kampê derketine ew girtin û sewqî girtîgeha Edraayê kirin. Rêjîm li bermaberî serbestberdana malbata 300 hezar lîreyên Sûriyê dixwaze. Lê rewşa min xuya ye, ji ber koçberbûna domdar tek qurişek bi min re nemaye.”

Sultan anî ziman ku ji ber koçberbûnê êdî ew gelek westiyane û dê ji herêmê dernekevin.

Ji aliyê xwe ve koçberê bi navê Hemîd El-Mihemed wiha got: "Ji ber sermaya zêde û birçîbûnê min keça xwe Sadîqa ya 6 salî winda kir. Dema em diçin firinê nan nadin me ji ber ku em koçber in. Guneha me çi ye? Konên ku em di bin de ne, ne ji serma û ne ji baranê me diparêzin. Tevî wê jî rêxistin alîkariya me nakin.”

Koçberên Kampa Yarup bang li aliyên têkildar kir ku rewşa wan di ber çavan re derbas bikin û alîkariya wan bikin.

(şx)

ANHA