ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.01.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.01.2019
7 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiya mertalên zindî li Kobanê, Minbic û Serêkaniyê li hemberî gefên Tirkiyê li ser herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Kobanê cenazeyê du şervanên YPG‘ê û endamekî Hêzên Asayîşê li goristana Şehîd Diclayê oxir dikin, saet 13:00. Şêniyên navçeyên Girkê Legê û Til Koçerê sersaxiyê ji malbata şervanê QSD‘ê Mihemed El-Elî re yê ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû dixwaze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi pêşengtiya malbatên şehîdan meşeke girseyî li dijî gefên Tirkiyê li bajarê Qamişlo tê lidarxistin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fermendarekî meydanê yê Meclisa Leşkerî ya Babê Hemo Ebdulrezaq teqez kir ku li gundên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne hedefgirtin sivîl hene. Her wiha destnîşan kir ku ew moralên xwe ji gel digirin û dê gel ji her êrîşekê biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo însiyatîfa KNK‘ê - Rojava ji bo yekrêziya refên tevahiya partiyên siyasî wekî gavek pîroz e dibînin û bang li partiyên siyasî kir ku tev li însiyatîfê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina Partiya Yekitiya Demokrtîk (PYD) a taxa Şêxmeqsûd bi wesîleya salvegera 6‘an a şehadeta têkoşer Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez daxuyaniyekî li buoya xwe beşê rojavayê taxê dide, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Meclisa Sivîl a herêma Tebqayê Elûş El-Ayîd encamên civînên meclisê bi gel re êrênî nirxand û destnîşan kir ku gel di van civînan de piştgiriya xwe bi QSD‘ê re li hemberî faşîzmaya Tirkiyê anîn ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Tirkên niha ji çolên di navbera rojhilatê çiyayên Altay û rojavayê deryaya Xezarê ya li Asyaya Navîn de hatine ku ew cih û warê Tirkan e. Piştî ku Mongolan bi fermandariya Cengîz Xan Xorasan dagir kir, Eşîra Qay ku bavikên Tirkan e ji wan herêman koçber bûn û hatin deştên bakur û rojavayê Ermînyayê nêzî bajarê Xelatê. (BI WÊNE).

JIN

-Jinên siyasetmedar ên kantona Şehbayê destnîşan kirin ku gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demekê de ku çeteyên DAIŞ‘ê tine dibe têne kirin û gotin"Hevgirtina wan  bersiva li hemberî dagirkeran e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Ciwanên navçeya Dirbêsiyê gotin "Armanca Tirkiye parçekirina Sûriyê ye , lê em nahêlin ev armanc bighêjin serî ". Ciwanan bal kişandin ku dagirkeriya Tirkiyê hewl dide tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne û berhemên herêmê talan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê amadekariyên komxebata helbestan dane destpêkirin . Komxebat dê di vê mehê de bi dirûşmeya "Gefxwarinên Tirkiyê me natirsîne" bi amadebûna hejmarek helbestvan û wêjevanên herêmên Reqa û Tebqayê were lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Peydakirina ceyranê, sererastkirina rêyan û rakirina bermahiya di plansaziya Komîteya Jinûve Avakirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ya sala 2019 cihekî girîng girtiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Kampa Yarup li gel paşguhkirina rêxistinan, girtina malbatan ji aliyê rêjîma Sûriyê ve her wiha destûr nedan wan ku derbasî herêmên bin serweriya QSD'ê bibin rewşeke trajîdîk derbas dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji ber mayînên çeteyên DAIŞ‘ê bi sedan şêniyên bajarê Reqa û gundewawrên wê bûne qurbanî, her wiha zêdetirî hezar sivîl hêviyên wan hatin temirandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA