Şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê bi merasîmekî bi heybet hatin oxirkirin

Bi dehan şêniyên bajaroka El-Besîra û gundên derdorê cenazeyê 12 şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê bi merasîmekê li goristana Şehîd Hacîn El-Hesen spartin axê.

Şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê bi merasîmekî bi heybet hatin oxirkirin
Şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê bi merasîmekî bi heybet hatin oxirkirin
Şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê bi merasîmekî bi heybet hatin oxirkirin
Şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê bi merasîmekî bi heybet hatin oxirkirin
Şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê bi merasîmekî bi heybet hatin oxirkirin
Şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê bi merasîmekî bi heybet hatin oxirkirin
6 ÇILE, 2019   19:17

DÊRAZOR

Îro şêniyên El-Besîra, şervanên QSD û Hêzên Erka Xweparastinê cenazeyê şervanên QSD û Hêzên Erka Xweparstinê Mihemed Ewad El-Ehmed, Mihemed Ebûd El-Ehmed, Nîdal El-Heyawî, Îsam El-Hefel, Ehmed El-Elî El-Ehmed, Emîn El-Xelîf, Mihemed Ebdulhey El-Abdullah, Ebdulmecîd El-Tirkî, Salih Ismaîl El-Salih, Eşawî El-Eşawî, Dawûd Ebdulmecîd ( Deno Ebû Herdûb), Yûsif El-Nasîf (Baran) ên ku di Şerê Tinekirina Trorê de li bajarokê Hecînê di demên cuda de şehîd bûbûn bi maresîmekê li goristana Şehîd Hanî El-Hesen spartin axê.

Merasîm bi deqeya rêzgirtinê û tûrana leşkerî ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparstinê ve dest pê kir.

Ji fermendarên QSD'ê Bahoz axivî û destnîşan kir ku terora DAIŞ'ê êdî tune bû, cîhan dibîne ku DAIŞ'ê li ser destê QSD'ê tune dibe.

Bahoz teqez kir ku ew ê gelên herêmê yên ku bi lehengî piştgiriya QSD'ê re kirine û ji bo jiyana azad û bi rûmet berdêlên buha dane, dê biparêzin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Sabrîn Mihemed axivî û anî ziman ku li şûna her dilopek xwîna şehîdan dara azadiyê şîn dibe û soza şopandina rêya şehîdan da.

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wefaa El-Celel nasnameya şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir. Meclisa Malbatên Şehîdan şehadeta Welîd El-Xelef, Ehmed El-Elî, Ehmed El-Mistefa, Ebdulkerîm El-Mihêmîd, Xalid El-Semîk, Yasêr El-Layz û Mihemed El-Elî yên ku dema li ser erkên xwe bû li gundewarê Dêrazorê şehîd bûbûn  ragihand û nasnemaya şehîdên hatihatin ragihandin.

Girseya gel cenazeyên şehîdan di nav berzkirina dirûşmeyan de û tilîliyên dayîkan li goristana Şehîda Hacîn El-Hsen veşartin.

(şx)

ANHA