Îsraîl bombe li  Xezayê barand

Balafirên şer ên Îsraîlê hin bargehên Tevgera Hemasê li Xezayê bombebaran kirin.

Îsraîl bombe li  Xezayê barand
6 ÇILE, 2019   19:37

XEZA

Hêzên Îsraîlê bi du moşekan bargeha çavdêriyê ya Tevgera Hemasê ya li nêzî "Berket Ebû Deqa" ya di navbera bajarokên Xuzaa û Fexariyê de ku dikevin rojhilatê parêzgeha Xan Yûnisê kir hedef. Di heman demê de bargehek din li bakurê Xezayê û nuqteya çavdêriya ya Qesam li çexerêya Melka ya bajarê Xezayê bombebaran kirin.

Di bombebaranê ziyan negihiştin welatiyan.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku maşîneyên hêzên Îsraîlê li ser sînorê rojhilatê Xan Yûnisê belav bûne, di heman demê de hîlîkopert li ser herêmê digerin.

ANHA