'Hêzên me herêm parast û dê biparêze'

Fermendarê QSD'ê Sabit El-Cewherî got, ji destpêkê ve hêzên wan pişta xwe nedan ti aliyekî derve. Her wiha teqez kir ku di dema ku rêjîma Sûriyê valahiyeke ewlehî li pey xwe hişt QSD'ê tevahiya herêmên Sûriyê parastiye.

'Hêzên me herêm parast û dê biparêze'
'Hêzên me herêm parast û dê biparêze'
6 ÇILE, 2019   18:45

HESEKÊ

Fermendariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi civînekê geşedanên dawî ji şêniyên gundên Qerman, Aliyê, Bêrkens, Xezna û Şêx Mensûr re yên girêdayî navçeya Dirbesiyê ya kantona Hesekê re şîrove kir.

Civîn li gundê Zehir El-Ereb bi tevlêbûna bi dehan şênî li dar ket.

Di civînê de fermendarê QSD'ê Sabit El-Cewher axivî. El-Cewher qala destpêka Şoreşê, mudexeleyên derve, êrîşên li dijî herêmê û rola YPG û YPJ'ê kir.

Sabit destnîşan kir ku yekîneyên wan ji bo parastina xak û rûmeta gelên herêmê bi hezaran şehîd dane. Ji ber wê hindek dewlet û hêz mudexeleya Sûriyê kirin. Sabit tekez kir ku wek QSD, YPG û YPJ'ê ji destpêkê ve pişta xwe nedan ti aliyekî.

El-Cewherî destkeftiyên ku QSD'ê bi dest xistiye bi bîr xist û got: "Hêzên me yên leşkerî ji cîhanê re isbat kir ku cidî ne û dikarin gel û herêm ji bihêztirîn rêxistinên terorsît biparêzin. Cîhan bi hêzên me wek hêzek çalak û şerker itîraf kir. Li ser wê dewletên Koalîsyona Navdewletî di şerê tinekirina terorê de li tevahiya Sûriyê hevkariya me xwest. Yekîneyê  xaka Sûriyê di dema ku rêjîma Sûriyê valahiyek ewlehiyê li dû xwe hişt parastiye."

Di berdewama gotinên xwe de El-Cewherî gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilkatê Sûriyê destnîşan kir û got: "Pişt ku êdî hindek maye bajaroka Hecîn werin rizgarkirin, Tirkiyê çeteyên xwe û hêza xwe li ser sînor kom kir da ku êrîşî herêmê bike."

El-Cewherî destnîşan kir ku geşedanên siyasî û leşkerî yên dawîn, bi taybet biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê ne tenê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê bi awayekî gitşî bandor li gelê Sûriyê kir. Bi vê yekê hincetên dijminên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de dewleta Tirk a dagirker ji holê rabûn.

Di dirêjahiya axaftina xwe de El-Cewherî teqez kir ku hêzên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de YPG, YPJ û QSD'ê bê alîkariya ti aliyekê û bi vîna xwe beriya ku hêzên Koalîsyonê derbasî herêmê bibin, şerê terorê dike.

Cewherî teqez kir ku wek hêzên leşkerî di parastina herêmê de li hember hemû komployan ên herî dawî gefên Tirkiyê berdewam in.

Girêdayî derbasbûna hêzên rêjîmê bajarê Minbicê El-Cewherî ev tişt anî ziman: "Ji erkên hêzên rêjîma Sûriyê ye xaka Sûriyê biparêzin û nehêlibin tu hêzek derbasî Sûriyê bibe."

El-Cewherî di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya gelê herêmê kir ku li hember her gef û êrîşên li dijî herêmê li ber xwe bidin û li dora hêzên xwe yên leşkerî kom bibin. Her wiha bang kir ku ji şerê taybet ku dijmin bi rêya ragihandinê dimeşîne bi dûr bikevin.

Civîn bi mudaxleyên beşdaran û bersiva pirsan bi dawî .

(şx)

ANHA