Cenazeyê şehîd Elî bi merasîmekî girseyî hate veşartin

Bi hezaran şêniyên Dêrik, Girkê Legê, Çil Axa û Til Koçer cenazeya şervanê QSD`ê Mihemed Elî li goristana şehîdan  a Til Koçer spartin axê.

Cenazeyê şehîd Elî bi merasîmekî girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Elî bi merasîmekî girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Elî bi merasîmekî girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Elî bi merasîmekî girseyî hate veşartin
6 ÇILE, 2019   17:15

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên şêniyên Dêrik, navçeyên Girkê Legê, Çil Axa û Til Koçer cenazeyê şervanê QSD‘ê Mihemed El-Elî (Elî) ku di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî girseyî ber bi goristana şehîdan a navçeya Til Koçerê ve derxistin.

Kerwanê cenaze  li goristanê ji aliyê şêniyên navçeya Til Koçerê ve bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên "Şehîd Namirin" hate pêşwazîkirin.

Li goristanê marasîm bi toraneke leşkerî ji hêla şervanên YPG`ê ve dest pê kir.

Ji fermandarên YPG`ê Herekol Girziyarat axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got :" Em ji mirinê natirsin, tirsa me ew e ku li ser gelê me zulim û tecawiz pêk were, em amade ne axa xwe bi canê xwe biparêzin. "

Bi navê Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Hevserokê Desteya Şaredariyên Herêma Cizîrê Ebdulehed Gewriyê axivî û sersaxiya malbata şehîdan kir û got: "Şehîd Elî û şehîdên beriya wî karîbûn rêya azadiy nîşanî gelan bidin. Keç û xortên me ji bo jiyaneke azad canê xwe feda kirin."

Gewriyê bal kişand ser gefên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha anî ziman: "Gefên Erdogan nasekinin. Em van gefan bi cidî digirin, di vê rewşa zor û zehmet de divê em bi yek destî kar bikin, me dikarî bi hev re bi azadî gavan bavêjin û bi hev re me Rêveberiya Xweser ava bikin ku ji Tirkiyê re bûye tirs."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de hate definkirin.

(dh)

ANHA