Navenda Dîwana Edaleta Civakî ya Kisrayê hat vekirin

Meclisa Edaletê ya gundewarê Dêrazorê bi hevkariya Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi merasîmekê navendek xwe li bajaroka Kisrayê vekir.

Navenda Dîwana Edaleta Civakî ya Kisrayê hat vekirin
Navenda Dîwana Edaleta Civakî ya Kisrayê hat vekirin
Navenda Dîwana Edaleta Civakî ya Kisrayê hat vekirin
Navenda Dîwana Edaleta Civakî ya Kisrayê hat vekirin
Navenda Dîwana Edaleta Civakî ya Kisrayê hat vekirin
Navenda Dîwana Edaleta Civakî ya Kisrayê hat vekirin
Navenda Dîwana Edaleta Civakî ya Kisrayê hat vekirin
Navenda Dîwana Edaleta Civakî ya Kisrayê hat vekirin
6 ÇILE, 2019   17:59

DÊRAZOR

Piştî rizgarkirina gundewarê Dêrazorê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ji aliyê QSD‘ê ve, xebatên rêxistinkirinê û vekirina saziyan hatin destpêkirin.

Di çarçoveya xurkirina xebatên dadweriyê li herêmê de Meclisa Edaleta Civakî ya gundewarên Dêrazorê bi hevkariya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Navenda Dîwana edaletê li bajaroka Kisrayê ya gundewarên Dêrazorê bi merasîmekê vekir.

Endamê Dîwana Edaleta Civakî Seyid El-Seyid axivî û got: "Bi saya şehîdan em gihîştin vê astê û bi saya wan em li hev civiyane, ev dîwan dê bibe cihê dadweriyê ya ku dozên li herêmêm çareser bike."

Pitre endamê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê Ziyab El-Ceylat jî axivî û wiha anî ziman: "Em di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin. Tirkiyê li hemberî me gefan û planan dikin. Di her gavekê de ku em diavêjin hêza me ji cîhanê re îsbat bû, îro bi saya keda şehîdan em navenda edaletê vedikin, em soz dikin ku em ê şopdarên rêya şehîdan bin."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Ebdulrezaq El-Rehîl axivî û ev tişt got: "Berdêl çi be em ê şopdarên rêya şehîdan bin. Meclisa Rêveber nakokiyên berê çareser kirin. Ji aliyê xwe ve me gelek parêzer kom kirin da ku Meclisa Edaletê ava bikin. Bi hêvî ne gel ji di wî warî de bi me re bibe alîkar da ku edalet li civaka me pêk were."

Endama Meclisa Edaletê ya Herêma Cizîrê Eble Xelîl axivî û destnîşan kir ku kengî edalet pêk were wê demê civaka exlaq û polîtîk ava dibe.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Edaletê ya Reqayê Mûsa El-Îbrahîm û bi navê Meclisa Jin a Kisrayê Bitûl El-Yûsif û bi navê komîteyên lihevanînê yên Dêrazorê Dawud Xalid axivîn.

Di axaftinan de vekirina navendê hate pîrozkirin û girîngiya têkoşîna li hemberî gendelî hate kirin.

Deriyê navendê ji aliyê malbatên şehîdan ve bi dirûşmeyan hate vekirin.

Hêjayî gotinê ye ku Dîwana Edaletê ji pênc komîteyan pêk tê: Veqetandin- Lihevanîn- Dîwana Edaletê- Pêkanîn- Arşîf- Daravî- Katibê Edil.

(dh)

ANHA