Li Minbicê mayinek hate bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Minbicê mayineke ku ji aliyê kesên nenas ve di bin erebeya sivîlekî de hatibû bicihkirin, bê bandor kir.

 Li Minbicê mayinek hate bêbandorkirin
 Li Minbicê mayinek hate bêbandorkirin
6 ÇILE, 2019   11:19

MINBIC

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Minbicê, li Minbicê li ber Çerxerêya Sebea Behrat, mayina ku ji aliyê kesên nenas ve di bin erebeya sivîlekî de hatibû bicihkirin, bê bandor kir.

Tîma endezyariyê, ji bo bêbandorkirina mayinê berê xwe da cihê wê, di encamê de bêyî ku tu zirarê bide, mayin hate bêbandorkirin.

ANHA