Şaredariya Şedadê soza xebatên nû da

Şaredariya Gel a Şedadê, piştî ku hat vekirin, di dirêjahiya 2 salan de ji bo gel gelek xebat kirin. Piştî ku îsal alav peyda kirin û atmosfereke guncaw çêbû, şaredariyê soza xebatên nû da.

Şaredariya Şedadê soza xebatên nû da
6 ÇILE, 2019   11:04

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Navçeya Şedadê girêdayî kantona Hesekê ye û 60 km dikeve başûrê Hesekê. Dema navçeya Şedadê ji aliyê DAIŞ’ê ve hat dagirkirin, wekî hemû herêman ji aliyê çeteyan ve hate rûxandin û talankirin. Di encamê de cihên xizmetguzariyê jî hatin rûxandin.

Piştî navçe ji aliyê şervanên QSD’ê ve hat rizgarkirin, di 2016’an de gelek saziyên sivîl û xizmetguzariyê hatin vekirin. Di nava saziyan de Şaredariya Gel a Şedadê jî hebû.

Şaredarî di dirêjahiya 2 salan de, bi taybet jî di sala 2018’an de bi gelek projeyan rabû. Yek ji van projeyan jî çêkirina kanalîzasyona navçeyê ye ku 2 km dirêj e.

Di heman demê de şaredariyê gelek rêyên sereke û ne sereke qîr kirin û resîf sererast kirin. Hevserokê şaredariya navçeya Şedadê Mihemed Salih wiha got: “Di plana wan a sala 2019`an de gelek projeyên  nû yên serastkirinê hene. Piraniya van li bajarokê Deşîşa yê girêdayî Şedadê ne. Her wiha dê de projeya çêkirina kanalîzasyoneke ku 1 km û nîv dê li navçeyê bê çêkirin.”

Salih balkişand ser derengmana sereraskirina rêyan û wiha pê de çû: “Ji ber baranê nabe rêyan niha zift bikin. Piştî ku rewşa hewayê guncaw bû em ê rêyan sererat bikin.”

Hevserokê şaredariyê Mihemed Salih, xwest ku Desteya Kantona Hesekê alîkariya wan bikin, ji bo bikaribin alavan peyda bikin da ku rêyan sererast bikin.

ANHA