Şehîdên meha Çileyê li Qamişlo hatin bi bîranîn

Malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo şehîdên Şoreşa Rojava yên meha Çileyê yên bi bîranîn.

Şehîdên meha Çileyê li Qamişlo hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Çileyê li Qamişlo hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Çileyê li Qamişlo hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Çileyê li Qamişlo hatin bi bîranîn
5 ÇILE, 2019   17:39

QAMIŞLO

Merasîmê bîranînê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve hate lidarxistin. Malbatên şehîdan ku wêneyên zarên xwe yên şehîdan hildabûn û berê xwe dane Goristana Şehîd Delîl Sarûxan.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê  dest pê kire. Piştre endama Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Hêvîn Seydo axivî got "Ti tişt li pêşiya şopandina rêya şehîdan nabe asteng. Şehîdan erka parastina welat û rûmeta gel hilgirtin li ser milên xwe, çek û rexeta xwe rakirin û bi bîr û bawriya bi felsefeya Rêber Ocalan berê xwe dane eniyên berxwedanê."

Endamê Partiya Yekitiya Suryan Hena Somî axivî û wiha got: "Keç û xotên we bi tenê yek tiştî fikirin, bi şehadetê fikirin. Ne ji wan baya îro bajarê me Qamişlo wê di bin zulma DAIŞ‘ê de baya, dê jin hatibana tecawizkirin û bi pîrozkirina Erdogan li bazarên Reqayê hatibana firotin."

Hevjîna şehîd Elî yê ku li Til Hemîs şehîd bibû,  Wesîle Ezîz destnîşan kir ku "Bi saya şehîdan Til Hemîs û derdora Qamişlo rizgar bûn, li ser vê bingehê Rêveberiya Xweser a Demokratîk hat damezirandin, me li hember civaka navdewletî serî netewand, hevjînê min ji bo jiyaneke bi rûmet û zarokên pêşerojê canê xwe feda kir."

Endamê Meclîsa  Malbatên Şehîdan Revîn Mihemed wesşqeya 71 têkoşeran xwend û piştre meclîsê wêneyekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî Malbatên her şehîdekî kirin.

(dh)

ANHA