Cenazeyê şervanê QSD‘ê Emar li Til Hemîsê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD‘ê Emar Mihehemd Xencer (Zana) ku 29‘ê Kanûnê di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû ji aliyê sedan kesî ve li goristana şehîdan a navçeya Til Hemîsê hate definkirin.

Cenazeyê şervanê QSD‘ê Emar li Til Hemîsê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD‘ê Emar li Til Hemîsê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD‘ê Emar li Til Hemîsê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD‘ê Emar li Til Hemîsê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD‘ê Emar li Til Hemîsê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD‘ê Emar li Til Hemîsê hate veşartin
5 ÇILE, 2019   18:19

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo cenazeyê têkoşer Mihemed Xencer ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtan ber bi goristana Şehîdan a navçeyê ve derketin.

Kerwanê cenaze li goristanê ji aliyê dehan kesî ve hate pêşwazîkirin.

Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin  û merasîma leşkerî ji aliyê şervanên QSD‘ê ve dest pê kir.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Mihemd Xilêwî axivî û got:" Şehîd Emar Xencer ji bo jiyaneke azad û bi rûmet canê xwe feda kir. Wekî gelê Bakurê Sûriyê dema banga parastina welat hate xwestin me davilî bi cih anî, şehîdên vê yekê diyar dike."

Endamê têkiliyên QSD`ê El-Hac Ehmed El-Kîrt got: "Em bejna xwe li hember şehîdên giyana xwe dan ditewînin, ji ber ku ji bo em bi azad û keramet bijîn canê xwe da û soza bi gel re dabûn bi cih anîn."

El-Kîrt di berdewama axaftina xwe de got: "Her kes dizane, yê ku  DAIŞ û rêxistinên terorist bi ser me de anîn Tirkiyê ye. Dewleta Tirk bi vê yekê hewl dide serkeftinên me têk bibe. Tevlî Tirkiye hemû derfetên xwe yê leşkerî xist xizmeta vê armancê, lê nikarî bigihîşta armanca xwe"

Piştî axaftinan Hevserokê Meclîsa navçeya Til Hemîsê Salih El-Xelef nasnameya şehîd xwendin û radestî malbatê kir.

Cenzeyê şehîd bi dirûşmeyan hate definkirin.

ANHA