Rêveberiya Tebqayê geşedanên dawî ji gel re nirxand

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê rêzecivînên şîrovekirina geşedanên dawî ji gel re bi dawî kir.

Rêveberiya Tebqayê geşedanên dawî ji gel re nirxand
Rêveberiya Tebqayê geşedanên dawî ji gel re nirxand
Rêveberiya Tebqayê geşedanên dawî ji gel re nirxand
Rêveberiya Tebqayê geşedanên dawî ji gel re nirxand
5 ÇILE, 2019   17:00

TEBQA

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê beriya  hefteyekê ji bo nirxandina geşedanên siyasî û leşkerî rêzecivîn dabû destkirin. Di vê çarçoveyê de 13 civîn hatin lidarxistin.

Civîna dawî îro bi şêniyên taxa Sinoberî ya dikeve rojavayê bajarê Tebqayê re bû. Bi sedan şêniyên taxê tevî endamên saziyên sivîl beşdarî civînê bûn.

Civîn ji aliyê endamê Meclisa Sûriyeya Demokratîk Demhat Cûdî ve hate birêve birin.

Cûdî di destpêka axaftina xwe de pêwîstiya lidarxistina wekî van civînan ji şêniyan re destnîşan kir û got: "Rêzecivînên ku rêveberiya herêma Tebqayê li dar dixe pêwîstiyeke, gel hewcedarî van civînan e. Di axaftinên li kolanan de têne kirin tevlihevî û tirsa ji pêşerojeke ne diyar ve heye. Ev hemû sedemên îdia û propogendayên saziyên ragihandinên yên derve ne ku dixwazin bi rêya şerê taybet aramiya herêmê têk bibin."

Demhat Cûdî di nava axaftinan xwe de bal kişand ser gavên destpêkê yên "Şoreşa Sûriyê" û wiha domand "Beriya ku şoreşa Sûriyê ji armanc û cewherê xwe derkeve navê wî şoreş bû, şoreş ne ji bo birçîbûn an jî pereyan rabû, lê ji bo rumeta gelê Sûriyê ya ku ji aliyê desthilatdariya Sûriyê ve hatibû binpêkirin dest pê kir, desthilatdariya Sûriyê gel ji azadî û mafê xwe yê herî besît bêpar hatibû hiştin û gelek kes di girîntîgehan de dihatin kuştin û îşkencekirin."

Çûdî di nirxandinên xwe de mijara biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê destnîşan kir û wiha domand: "Divê em demên destpêkê bi bîr bînin, beriya ku Koalîsyona Navdewletî ya şerê li dijî DAIŞ‘ê derbasî Sûriyê bibe hêzên me yên leşker gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî Serêkaniyê, Til Hemîs û Til Koçerê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin û efsanên lehengiyê nîşan dan. Li ser vî esasî divê em bi hêza xwe bawer bin, ji ber ku em xwedî hêz û îrade ne, em in ên ku dê biryar bigire û aqûbeta xwe diyar bike."

Cûdî her wiha anî ziman ku bêyî destûreke nû çareseriya aloziya Sûriyê ne pêkan e û wiha pê de çû: "Pirsgirêkên me bi hikûmeta Sûriyeyê re tine ne, lê em careke din dubare dikin ku çareserkirina aloziya Sûriyê bêyî danîna destûreke nû ku erk û azadiya hemû pêkhateyên Sûriyê mîsoger bike ne pêkan e."

Li ser mudaxeleyên derve di karûbarên herêmê de Demhat Cûdî destnîşan kir ku hêzên derve hewl didin xaka Sûriyê parçe bikin û di nav xwe de parve bikin, lê projeya demokratîk a herêmê wê li hemberî planên mêtîngerî bibe bend û hewldanên parçekirina welat vala derxîne.

Di dawiya civînê de beşdaran jî nêrîn û pirsên xwe anîn ziman. Di nêrînan de hate gotin QSD‘ê tekane hêz e ku herêm ji zulma terorê xilas kir û ew ê li hemberî destwerdanên derve li rexa hêza xwe ya leşkerî (QSD) bin.

ANHA