Meclisa Rêveber civîna yekemîn bi buroyên rêveberiyê re lidar xist

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn civîna xwe bi buroyên rêveberiyê re  li dar xistin û xebatên hemû buroyan hatin nirxandin. Rêveberiyê daxwaz kir ku di nava hefteyekê de rêziknameya buroyan amade be.

Meclisa Rêveber civîna yekemîn bi buroyên rêveberiyê re lidar xist
5 ÇILE, 2019   14:32

GIRÊ SPÎ

Civîn li navenda desteyên Rêveberiya Xweser li navçeya Eyn Îsa hate lidarxistin. Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Hamid Abid El-Mehbaş, Bêrîvan Xalid û hevserokên buroyên her 8 rêveberiyên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li civînê bûn.

Di civînê de rewşa siyasî û pêşketinên dawî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê hatin nirxandin.

Paşê xebatên her 7 komîteyên Rêveberiya Xweser û rêveberiyên sivîl, zehmetiyên ku di xebatên wan de rastî wan tên hatin nirxandin, her wiha pêşniyar ji bo derbaskirina zehmetiyan hatin kirin.

Meclisa Rêveber ji hemû buroyan xwest ku bi awayekî zêdetir di aliyê xizmetguzarî de alîkariya welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Reşnivîsa sîstema hundrîn a buroyan di nava 7 rojan de were amadekirin

Meclisa Rêveber ji hemû buroyan xwest ku di nava hefteyekê de rêziknameya buroyên amade bike.

ANHA