Vexwendnameya KNK’e pêşwaziyeke gelêrî yê serkeftî dît

Şêniyên navçeya Tirbespiyê însiyatîfa ku Kongireya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) dest pê kiriye pîroz kirin û wiha gotin: “Divê hemû partiyên Kurd dest ji nakokiyên xwe berdin û guhdarî banga KNK’ê li Rojava bikin.”

Vexwendnameya KNK’e pêşwaziyeke gelêrî yê serkeftî dît
5 ÇILE, 2019   14:10

RÊNAS REMO_KADAR ÎBRAHÎM/QAMIŞLO

Kongireya Neteweyî ya Kurdistanê ya şaxê Rojava piştî lidarxistina civîna di 1’Çileyê de ji endaman re, li ser pêşveçûnên dawîn ên li herêmê nîqaş kir. Diyalog li ser avakirina komîteyek lêkolînkirinê bi partiyên Kurdî yên li Rojava re bû. Her wiha ji erka wê komîteyê ye ku bi partiyên Kurdî re li rewş û atmosfêreke guncaw lêkolîn bike ji bo hevdîtinên danûstandinî bihevre bikin. Ev bang ji hêla gelê Kurd ê li herêmê bi pêşwaziyeke durist hate hembêzkirin.

Bijîkê bi navê Heval Yûsiv ji şêniyê navçeya Tirbespiyê ye teqez kir ku, ev bang ji bo yekîtiya gelê Kurd gaveke pîroz û erênî û wiha got: “Her çendî ev bang dereg maye jî, lê pêwîstiyek mezin bi vê yekê heye. Divê hemû partiyên Kurdî bê nîqaş û bihaneyan bipejirînin ji ber di vê rewşê de yekîtiya aliyên Kurdî li dijî kesên ku dixwazin hebûna gelê Kurd tune bikin pêkan e.”

Yek ji navdarên Tirbespiyê Mela Serac Ehmed  jî diyar kir ku ji herkesî zêdetir yekêtî ji bo Kurdan pêwîstiyek e û wiha pê de çû: “Ji ber ku em gelekin hertim rastî îmha û qirkirinan tên. Pêwîste hemû partiyên Kurd guh li banga KNK’ê bikin, niha dest ji nakokiyên xwe berdin û bila KNK bibe sîwana kombûna aliyên Kurd.”

Ciwanê bi navê Mihemed Husên jî kêfxweşiya xwe di derbarê însiyatîfa KNK û yekkirina aliyên Kurdî de diyar kir û bang li hemû partiyên Kurdî kir ku pirsgirêkên navxweyî berdin û gotinên xwe wiha domand: “Yê ku li dijî yekîtiya Kurdan bisekine, li kêleka dijmin disekine. Divê êrîşên çeteyan ên beriya çend salan li ser Serêkaniyê ji hemû partiyên Kurdan re bibin îbret. Ajandeyên derve  hewil didin me tune bikin, divê berteka me jî yekîtî û danehev be.”

ANHA