Şêniyên Minbicê dagirkeriya dewleta Tirk red kirin

Çalakiyên konvedanê li hemû taxên bajarê Minbicê dewam dike. Di vê çarçoveyê de, şêniyên Taxa Rêya Cizîrê kon vedan û dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Sûriyê red kirin.

5 ÇILE, 2019   13:53

MINBIC

Şêniyên Taxa Rêya Cizîrê ya aliyê rojhilatê bajarê Minbicê ya nêzî Çerxerêya Cezîre ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser axa Sûriyê û soza parastina bajarê xwe, kon veda.

Bi sedan ji şêniyên taxê û endamên komîte û saziyên Rêveberiya Sivîl a Minbicê beşdarî çalakiya konvedanê bûn. Di kon de, alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Erka Xweparastinê û Meclisa Jinan hatin daliqandin.

Çalakiya konvedanê bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre, hevserokê xeta rojhilat Casim Bekar axivî û bixêrhatina beşdaran û bal kişand ser berxwedana gelê Minbicê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker.

Endama Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Ezab El-Ebûd jî axivî û got Minbic bi neteweyên xwe tê naskirin û got berxwedan tekane rêya parastina destkeftiyên gel e.

Her wiha zarokê bi navê Sîrac El-Ebo jî helbest der barê berxwedanê de xwendin.

Endama Meclisa Jinan Sewsen Muslim, rêvebera xetên Minbicê Fatime Beko, bi navê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Elî Ebdulqadir, bi navê Ciwanên Şoreşger Eqîl Herdos û bi navê Komîteya Parastinê Usame Mihemed axaftin hatin kirin û soza parastina bajarê Minbicê dan.

Di heman demê de, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî Enter Hisên jî axivî û got şerê wan li dijî çeteyên DAIŞ`ê dewam dike û gef nabin asteng li pêşberî armancên wan.

Her wiha Ehmed Yusif jî helbestek der barê bajarê Minbicê de got. Çalakî bi dirûşmên  şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker û parastina yekbûna axa Sûriyê bi dawî bû.

(kc)

ANHA