Merasîma sersaxiya şehîd Mehmûd li Kobanê pêk hat

Gelê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd Helinc ê şervanê YPG`ê re xwest ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbû.

Merasîma sersaxiya şehîd Mehmûd li Kobanê pêk hat
Merasîma sersaxiya şehîd Mehmûd li Kobanê pêk hat
Merasîma sersaxiya şehîd Mehmûd li Kobanê pêk hat
Merasîma sersaxiya şehîd Mehmûd li Kobanê pêk hat
Merasîma sersaxiya şehîd Mehmûd li Kobanê pêk hat
Merasîma sersaxiya şehîd Mehmûd li Kobanê pêk hat
Merasîma sersaxiya şehîd Mehmûd li Kobanê pêk hat
Merasîma sersaxiya şehîd Mehmûd li Kobanê pêk hat
5 ÇILE, 2019   11:36

KOBANÊ

Bi sedan welatiyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîdê YPG`ê  Mehmûd Resul (Mehmûd Helinc) xwestin.

Di merasîma bîranînê de welatiyên Kobanê alên Meclisa Malbatên Şehîdan, yên TEV-DEM’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û paşê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Arif Balî diyar kir ku gundê Helincê gundê şehîdan e û wiha got: “Em îro bi saya xwîna şehîdan li vir civiyane. Em çendî bibêjin jî em nikarin wateya keda şehîdan bibêjin. Em ê wek gelên vî welatî doza van şehîdan bişopînin. Em ê li ser vê axê bi rûmet bijîn. Her welatek dema ku azadiya xwe dixwaze, divê bedelekê bide.”

 Her wiha bi navê malbata şehîd Mehmûd Helinc, Feyad Şehîn axivî û got:“Rast e, şehadeta şehîd Mehmûd ne hêsan bû, lê em li hember wê pir serbilind in. Şehîd Mehmûd ne şehîdê yekem û ne yê dawiyê ye. Îro dijmin dixwaze me têk bibe.”

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(şm-hk)

ANHA