Şaredarî bi derfetên kêm daxwazên gelê Efrînê bi cih tîne

Şaredariya Gel bi hemû keda xwe hewl da hawîrdoreke guncaw ji şêniyên Efrînê re yên ku li Şehbayê bi cih bûne, peyda bike. Şaredariyê bi derfetên heyî yên kêm xebatên peydakirina şert û mercên jiyanê yên guncaw ji şêniyan re li gel şertên jiyanê yên dijwar ên kantona Şehbayê pêşkêş kirin.

Şaredarî bi derfetên kêm daxwazên gelê Efrînê bi cih tîne
Şaredarî bi derfetên kêm daxwazên gelê Efrînê bi cih tîne
Şaredarî bi derfetên kêm daxwazên gelê Efrînê bi cih tîne
Şaredarî bi derfetên kêm daxwazên gelê Efrînê bi cih tîne
Şaredarî bi derfetên kêm daxwazên gelê Efrînê bi cih tîne
Şaredarî bi derfetên kêm daxwazên gelê Efrînê bi cih tîne
Şaredarî bi derfetên kêm daxwazên gelê Efrînê bi cih tîne
Şaredarî bi derfetên kêm daxwazên gelê Efrînê bi cih tîne
5 ÇILE, 2019   07:43

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şêniyên Efrînê li kantona Şehbayê de, li gel rewşa kantonê ya wêrankirî û hebûna pirsgirêkên xizmetguzariyê di gelek aliyan de mîna kehrebe, av û rêyan, Şaredariya Gel bi hemû keda xwe ji bo pêşkêşkirina xebatan dixebite.

Li ser wê û ji bo peydakirina pêwîstiyên şêniyan di zûtirîn demê de û bi awayekî lezgîn, Şaredariya Gel a Efrînê û Şaredariya Gel a Şehbayê di nav hevkariyê de ne.

Avakirina koordînasyonê di hemû şaredariyan de û aktîfkirina komîteyan di nav komînan de

Wek gaveke destpêkê, Şaredariya Gel li hemû navçeyên kantona Şehbayê tevî endamên Şaredariya Gel a Kantona Şehbayê koordînasyon ava kir. Ji ber xwesteka şaredariyê di xwebirêxistinkirinê de di nav civakê de, komîteyên girêdayî xwe di nav komînan de aktîf kirin da ku bi meclis û şaredariyan re bi armanca pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re koordîne bike.

Di dirêjahiya 6 mehan de cih ji şêniyên Efrînê re peyda kirin

Di destpêkê de ji şaredariyê dihat xwestin ku cih û meskenan ji şêniyan re peyda bike. Şaredariyê ji şêniyan re madeyên pêwîst ji bo restorekirina malên wêrankirî pêşkêş kirin û bi derfetên heyî bê alîkariya tu rêxistinekê û bi awayekî lezgîn 3 kamp (Serdem, Berxwedan û Efrîn) vekirin. Di van demên dawîn de li gundê Zaretê yê girêdayî navçeya Şêrawa, Kampa Veger jî vekir.

Pirsgirêka kehrebeyê bi rêjeya ji sedî 90 li Şehbayê çareser bû

Di dirêjahiya 9 mehan de şaredariyê 56 jenerator li gundên Şehhbayê danîn û pirsgirêka ronîkirina kantonê û dirêjkirina kabloyên kehrebeyê ji şêniyan re çareser kirin. Bi vê yekê şaredariyê bi rêjeya ji sedî 90 pirsgirêka kehrebeyê li kantona Şehbayê çareser kir.

Belavkirina avê li tevahiya şêniyan

10 bîr li gundên kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya girêdayî Efrînê hene û bi rêya toreyên avê bi hev ve girêdayî ne. Herêmên mayî bi rêya sehrîcan av digihîninê.

Hejmara jêderên avê li kantonê dighîje 30’î. Tenê jê 15 hatine aktîfkirin, bi vê yekê av digihîje tevahiya malan. Lê li beramberî wê pirsgirêkê, berfirehkirina toreyên ji ber tunebûna made, tore û alavên pêwîst derket holê. Sedema din jî wêranbûna binesaziya kantonê ye, ji ber nakokiyên ku li herêmê rû dane.

Restorekirina rêyan berdewam e

Şaredariya gel rêyên navçe û gundên kantona Şehbayê yên ku gelek zirar dîtine, sererast kirin. Şaredarî heta niha xebatên sererastkirina rêyan didomîne. Niha rêya di navbera navçeya Ehrezê û Til Qirahê de bi dirêjahiya 4 kîlometreyan sererast dike.

Bicihanîna rewşa rêxistinî

Ji bo bicihanîna pêdiviyên şêniyan, şaredarî hewl dide endamên xwe bi rêya dewreyên perwerdeyê ji aliyê îdeolojîk ve bigihîne da ku di civakê de çalak bin. Ji lew re dewreyên taybet ji wan re vedike. Niha dest bi yekemîn dewreya xwe bi tevlêbûna 40 endaman heta 2 mehan kiriye. Her wiha şaredarî hewl dide rêxistineke taybet ji bo jinan di nav şaredariyê de bi rêya plansaziyên taybet ava bike da ku di demên pêş de pêk bîne.

Plansaziya Şaredariya Gel a 2019'an

Ji yekemîn xebatên şaredariyê ku ji xwe re bingeh digire, rizgarkirina Efrînê ye, ji ber ku tevahiya xebatên ku Rêveberiya Xweser û şêniyên Efrînê li Şehbayê dimeşînin, ji bo bilindkirina asta berxwedanê û vegera Efrînê ye. Li ser wê bingehê şaredariyê plansaziya xwe di sala nû de di vê çarçoveyê de dimeşîne.

Girêdayî mijarê endama Koordînasyona Şaredariya Gel a Kantona Efrînê Norşan Hisên got şaredarî wê hewl bide ji bo peydakirina pêdiviyên şêniyên Efrînê xebatan bimeşîne û bi hevkariya Rêveberiya Xweser pirsgirêkên şêniyan çareser bikin.

(şx)

ANHA