Şêx Alî: Tirkiye hewl dide serkeftinên herêmê tune bike

Sekreterê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Mihyedîn Şêx Alî diyar kir ku serkeftin û destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hikumeta AKP'ê aciz dike û wiha axivî: “Ji bo têkbirina planên Tirkiyê divê hêzên siyasî û civakî bi erkên xwe yên dîrokî rabin.”

Şêx Alî: Tirkiye hewl dide serkeftinên herêmê tune bike
5 ÇILE, 2019   08:35

CAFER CAFO / EFRÎN

Sekreterê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekitî) Mihyedîn Şêx Alî li ser gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiva pirsên me da.

Hevpeyvîn wiha ye:

- Hûn gefên Tirkiyê yên li ser herêmê çawa dibînin û li dijî van gefan, helwestên herêmî û navdewletî çawa dinirxînin?

Rol û mudaxeleyên Tirkiyê di Sûriyê de xwedî dîrokeke tijî dijminahî û hişmendiya dagirkirinê ye. Rêzê ji qanûnên navdewletî û rêgeza cîrantiyê re nagire. Gefxwarina Tirkiyê û li ser sînorê Rojhilatê Firatê bicihkirina leşkerên wê cewherê faşîzma li dijî gelên herêmê ye. Tirkiye dixwaze bi tunekirina Kurdên ku li dijî xewnên dagirkeriyê dibin asteng, îslama siyasî di hundirê Sûriyê de pêk bîne.

- Ji bo parastina destkeftiyên ku gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistine, berbijêrkên vekirî li pêşiya we çi ne, gelo rêya ku hûn ê di vê pêvajoyê de hilbijêrin çi ye?

Pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêya Rêveberiya Xweser bi rêxistin kirin û li dijî DAIŞ’ê serkeftinên mezin bi dest xistin. Ev yek jî hikumeta AKP’ê aciz dike. Di heman demê de vê projeyê Tirkiye matmayî hiştiye. Ji ber wê jî dixwaze di firsendekê de êrîşî herêmê bike, tevlihevî û wêraniyê li herêmê belav bike. Ji ber wê jî divê hemû saziyên siyasî û civakî yên herêmê li dijî vê xetereyê bisekinin. Bi yekdestî li dijî destwerdana hovane ya Tirkiyê bibin asteng.

- Erdogan di daxuyaniyên xwe yên dawîn de ragihandibû ku ew ê dersekê bide Kurdên herêmê, yanî armanca wî tunekirina Kurdan e. Hûn wek partiyeke Kurd vê daxuyaniyê çawa dinirxînin? Li jî van gefan çi ji partiyên Kurd tê xwestin?

Li Tirkiyê di demeke nêz de hilbijartinên şaredariyan hene. Erdogan dixwaze bi van gefan zemîneke dengan ji xwe re ava bike. Ji aliyê din ve jî dixwaze hevalbendê xwe, serokê MHP’ê razî bike. Erdogan dixwaze bi rêya nîjadperestiya civaka Tirk ku dijminahiya Kurdan dikin, zextê li ser Kurdan berdewam bike. Erdogan xwe ji bîr kiriye ku serokkomar e, ji ber serokkomarek nikare çanda tundî û dijminahiyê gur bike.

Li gorî we pêşeroja herêmê ber bi ku ve diçe?

Li dijî gefên Tirkiyê berteka herî rast ku em hişmendiyeke rast û durist belav bikin. Dewleta Tirk di dîrokê de tu car hebûna Kurd li ku dibe bila bibe, qebûl nekiriye. Li dijî gefên Tirkiyê ji bo parastina doza Kurd yekgirtin pêwîst e. Em dibînin ku ji bo Kurdan kongreyeke neteweyî û civînên şêwirmendiyê bên lidarxistin. Lidarxistina kongreya neteweyî pêwîstiyeke lezgîn e.

- Peyama we ji bo gel û partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ye?

Aloziyên civakî û dewletên herêmê yên wekî Tirkiyê hêviyên çareseriyê tune dikin. Tê dîtin ku Tirkiye amadekariyên dagirkirinê zêdetir dike. Ew gelê Sûriyê wek teror dibîne û fitne û fesadiyê dixe nava gelên Sûriyê. Her çendî nakokiyên me yên siyasî û çandî hebin jî divê em li hember gefên dagirkeriya Tirk yekdest bin.

(şx)

ANHA