Siyasetmedarên Ereb:Tirkiye bû sedema kuştina bi hezaran gelê Sûriyê

Siyasetmedarên Ereb diyar kirin ku mudexeleyên Tirkiyê di kar û barên Sûriyê de li ber hêviyên gelê Sûriyê bûn asteng. Her wiha destnîşan kirin ku di encama wan mudexeleyan de bi hezaran gelê Sûriyê hatin kuştin û bi milyonan hatin koçberkirin.

Siyasetmedarên Ereb:Tirkiye bû sedema kuştina bi hezaran gelê Sûriyê
5 ÇILE, 2019   07:05

RÊNAS REMO-KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Tirkiye, her roj gefên êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina xaka Sûriyê, têkbirina projeya neteweya demokratîk a ku gelên herêmên ji xwe re bingeh digirin dixwe.

Gefên Tirkiyê jî her roj rastî nerazîbûnên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên. Siyasetmedarên pêkhateya Ereb ên navçeya Tirbespiyê diyar kirin ku ku armanca gefên Tirkiyê ew e ku azar û êşên gelên Sûriyê zêde bike û wiha gotin: “Tirkiye naxwaze çareseriyek aştiyane ji bo aloziya Sûriyê bê dîtin. Mudaxeleyên ji derve, bi taybet jî yên Tirkiyê aloziyê gur dikin.”

‘Siyasetên Tirkiyê dirêjahiya siyaseta Osmanî ne’

Endamê rêveber ê Desteya Niştîmanî ya Ereb Selman Hemîd El-Dendeh destnîşan kir ku dewleta Tirk ji destpêka aloziyê Sûriyê ve bi rêya komên terorîst mudexeleya Sûriyê dike û wiha axivî: “Tirkiyê sînorên xwe ji bo derbasbûna komên terorîst vekir. Tirkiye, bi vê yekê hewl dide serweriya xwe li ser xaka Sûriyê berfireh bike û dagir bike. Siyasetên Tirkiyê dirêjahiya siyasetên Osmanî ya qirker in.”

 El-Dendeh destnîşan Tirkiye dixwaze piştî têkçûna DAIŞ’ê projeya çareseriya aloziya Sûriyê ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengên wê ye têk bibe.”

Endamê Desteya Niştîmanî ya Ereb El-Dendeh diyar kir ku Osmaniya nû ji ber yekîtiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di xeteriyê de ye û wiha pê de çû: “Lewra gefên êrîşan li dijî herêmê dixwin. Li hemberî vê dê slogan berxwedanê ku pêkhateyên herêmê pê bang dikin, xaka welat ji her êrîşekî derve biparêze.”

‘Mudexeleyên Tirkiyê li ber hêviyên gelê Sûriyê bûn asteng’

Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk Osama Hemîd destnîşan kir ku gelê Sûriyê ji bo azadiya xwe gelek berdêl dane û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Mudexeleyên derve rê li hêviyên gelê Sûriyê bûn asteng. Bi taybet jî Tirkiye ya ku piştgiriya terorîstan dike, xaka Sûriyê dagir kiriye.”

Her wiha Osama diyar kir ku Tirkiye ne tenê pêkhateyekê yan jî partiyekê dike hedef, dixwaze xaka Sûriyê dagir bike û projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe. Osama bang li dewletên herêmî kir ku binpêkirinên Tirkiyê li Sûriyê bi dawî bikin.

Di dawiyê de Hemîd diyar kir ku mudexeleyên Tirkiyê yên li Sûriyê heta niha bûne sedema kuştina bi hezaran gelê Sûriyê û koçberkirina bi milyonan kes.

(şx)

ANHA