ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05.01.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05.01.2019
5 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiya mertalên zindî li Kobanê û Serêkaniyê li hemberî gefên Tirkiyê li ser herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya yekemîn bi buroyan re li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo şehîdên meha Çileyê bi merasîmekê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi bîr tînin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cenazeyê şervanê QSD‘ê Emar Mihemed El-Casim (Zana El-Zîba) ku di Pêngava Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû li navçeya Til Hemîsê tê veşartin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Zagonsaz a herêma Cizîrê têkildarî însyatîfa KNK‘ê ya vekirina buroyên ne ruxsetkirî li herêmê civîneke çapemeniyê li navenda meclisê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çerkesiyên Minbicê gotin ew vegera zulm û terora li Minbicê di rêya Erdogan re qebûl nakin û teqezî li ser hevgirtina pêkhateyan li hemberî dagirkeriya Tirkiyê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-Şervanên jin ên di bin sîwana QSD`ê de xwe bi rêxistin kirine ku hejmara wan nêzî 5 hezaran e, beşdarî hemû hemleyên rizgarkirina herêmên Bakurê Sûriyê bûn û ji bo rizgarkirina jinan ji zilma çeteyan, gelek berdêlên giranbuha dan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Siyasetmedarên Ereb diyar kirin ku mudaxeleyên Tirkiyê di karûbarên Sûriyê de pêşî li hêviya gelê Kurd girt û bû sedema kuştin û koçberkirina bi hezaran sivîlên Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Sekretêrê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê(Yekîtî) Mihyedîn Şêx Alî got serkeftin û destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hikumeta AKP'ê û hevalbendên wê aciz dikin. Her wiha destnîşan kir ku ji bo têkbirina planên Tikriyê divê hêzên siyasî û civakî bi erkên xwe yên dîrokî rabin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Fermandariya Giştî ya YPJ'ê têkildarî encama şer û berxwedana sala 2018'an daxuyaniyek da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel bi hemû keda xwe hewl dide hawîrdorek guncew ji şêniyên Efrînê re yên ku li Şehbayê peyda bike. Şaredariyê bi derfetên kêm xebatên peydakirina şert û mercên jiyanê yên guncew ji şêniyan re li gel şertên jiyanê yên dijwar yên Kantona Şehbayê pêşkêş kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Kantona Efrînê bi koordîneya Rêveberiya Xweser û komînan pêşkêşkirina alîkariyan û sotemenî bi awayekî mehane û nîv mehî li şêniyên Efrînê ku li Kantona Şehbayê û navçeyê wê bi cih bûne didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA