Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bajaroka Qubtan El-Cebel xist bin kontrola xwe

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam piştî şerê giran bajaroka Qubtan Cebel ku wargeha sereke ya çeteyên Nûredîn El-Zinkî bû, xist bin kontrola xwe. Li aliyekî din jî balafirên Rûsya cara yekemîn piştî tîfaqa Astanayê bajaroka Daret Eza bombebaran kir.

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bajaroka Qubtan El-Cebel xist bin kontrola xwe
4 ÇILE, 2019   21:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Jêderekî herêmî diyar kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) piştî şerê giran bajaroka Qubtan El-Cebel a dikeve gundewarê rojavayê Helebê ku bargeha sereke ya çeteyên Nûredîn El-Zinkî ye xist bin kontrola xwe.

Heman çavkaniyî diyar kir ku çeteyên Furqet Sulatan Murad ji bo destekdayîna çeteyên Nûredîn El-Zinkî ji Efrînê ber bi Idlibê ve diçin. Di heman demê de çeteyên Partiya Islamî ya Turkstanê ji bo Heyet Tehrîr El-Şam qewet şand.

Li aliyekî din jî hate diyarkirin ku balafirên Rûsiyê careke yekemîn piştî peymana Astanayê ketî meryetê bajaroka Daret Eza ya li gundewarê rojavayê Helebê ku ji beriya çend rojan  ve ketiya destê Heyet Tehrîr El-Şam bombebaran kirin. Heman çavkaniyê destnîşan kir ku bombebaran li herêmên Kefernaya, derdora Urm a mezin, Atarib, Foca 111 û Cumiyet Rehal a Idlibê rû da.

Hate ragihandin ku şerê di navbera herdu aliyan de bi dijwarî diqewime û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li gundê Qîlê û Beiya yê li Çiyayê Leylûl ê Efrînê pêşde diçin .

Bi vê yekê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li  bajaroka Qubtan El-Cebel tine dibe û dighêje derdora bajarê Helebê ya di bin serweriya rêjîma Sûriyê de.

ANHA