Rûniştina yekemîn a darizandina bersûcên kuştina Xaşiqçî pêk hat

Ajansa WAS a Erebistana Siûdiyê ragihand ku dozgerê giştî ya Sûdiyê îro ragihand ku rûniştina yekemîn a dadgehkirina bersûcên kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqçî li konsolosxaneya Erebistana Siûdî ya Tirkiyê, dest pê kir.

Rûniştina yekemîn a darizandina bersûcên kuştina Xaşiqçî pêk hat
3 ÇILE, 2019   12:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Erebistana Siûdiyê WAS’ê daxuyaniya dozgerê giştî yê Sûdiyê ragihand ku rûniştin li bajarê Riyadê pêk hat, ceza ji aliyê Dozgeriya Dadgehê ve di doza kuştina Xaşiqçî de pêk hat û hejmara bersûcan 11 e.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di madeya 4’an de rûtînên cezayê dozgeriya dadgehê cezayeke zagonî der heqê wan de da, di nava wan 11 kesan de 5 ji wan cezayê daliqandinê lê hate birîn.

Rojnamevan Cemal Xaşiqçî di 2`yê Cotmehê de di konsolosxaneya Siûdiyê ya Stenbolê de hate kuştin û rêjîma Tirkiyê ev yek kir hincet û dest bi pêkanîna armancên xwe kir.

(jo)