Çalakiya greva birçîbûnê li Helebê jî dest pê kir

Bi dirûşmeya “Na ji tecrîda li ser serok Ocalan û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re" Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê dest bi greva birçîbûnê kir.

Çalakiya greva birçîbûnê li Helebê jî dest pê kir
3 ÇILE, 2019   11:23

HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê konê çalakiyê li pêşiya navenda meclisê veda. Li kon pankartên bi nivîsên "Bi yekdestî ji bo azadiya serok Abdullah Ocalan re rabin ser pêyan" û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan hatin daliqandin. Her wiha di kon de bi dehan malbatên şehîdan amade ne.

Çalakiyê bi xwendina daxuyaniyekê ji aliyê endama meclisê Zelîxe Qinbir ve dest pê kir. Daxuyanî wiha ye:

"Tevahiya cîhanê li hember Komploya Navneteweyî ku projeya neteweya demokratîk û rêber Abdullah Ocalan dike hedef, bê deng e.

Dewleta Tirk a faşîst bi serkêşiya Erdogan dixwaze bi rêya kiryarên xwe serdema Osmaniyan vegerîne û bi binpêkirina mafên mirovan dike, ji binçavkirinê, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û qedexeya dîtina parêzer û malbatên wî, hemû têgehên demokrasiyê binpê kirine. 

Em wek malbatên şehîdan dibêjin kiryarên dewleta Tirk û karê ku dike, dikeve ser milê rêxistinên qaşo navê mirovahiyê û mafparêziyê li xwe dikin.

Di heft salên ji şoreşa Sûriyê û bi taybet Rojava de me dikaribû herêmên xwe ji terora DAIŞ`ê rizgar bikin. Bi biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê, gelek aloziyên civakî, siyasî û leşkerî li herêmê pêk hatin. Yek ji van aloziyan gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk in ku gelek destkeftiyên mezin pêk anîn.

Ji bo wê divê gelên li ser vê axê dijîn, bi tenê serkeftin û berxwedanê bixwazin.

Di dawiya de, em şêniyên Helebê û ji hemû hêz û saziyên navneteweyî re radigîhinin ku em ê li pêş siyaseta Tirkiyê bisekinin û bi hebûna hêzên me YPG`ê û YPJ`ê em ê nehêlin xeyalên wan pêk werin."

Tê payîn ku çalakî 2 rojan bi serdanên sazî û partiyên siyasî li taxa Şêxmeqsûd dewam bike.

(jo)

ANHA