Çalakiya mertalên zindî di roja xwe ya 16`an de didome

Meclisên Qamişlo îro tev li çalakiya mertalên zindî ya Serêkaniyê bûn û nerazîbûna xwe li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nîşan dan.

Çalakiya mertalên zindî di roja xwe ya 16`an de didome
Çalakiya mertalên zindî di roja xwe ya 16`an de didome
Çalakiya mertalên zindî di roja xwe ya 16`an de didome
Çalakiya mertalên zindî di roja xwe ya 16`an de didome
3 ÇILE, 2019   12:45

HESEKÊ

Meclisên kantona Qamişlo bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li çalakiya konvedanê ya mertalên zindî ya herêma Serêkaniyê ya li ser sînor bûn. Çalakiya mertalên zindî 16 roj li pey xwe hiştin.

Bi dehan endamên meclisên Qamişlo îro serdana kon kir û nerazîbûna xwe li dijî gefên Tirkiyê anîn ziman. Li ser navê rêveberiya Meclisa Qamişlo Perwîn Yûsif axivî, gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got dewleta Tirk a dagirker bi gefên xwe biratiya gelan û yekitiya xaka Sûriyê dike hedef.

Perwîn diyar kir ew dagirkeriya Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu carî qebûl nakin. Her wiha destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê li dijî gefan li ber xwe bidin û çalakiya wan a li ser sînor girêdanên wan bi axa wan ve diyar dike.

Her wiha li ser navê meclisa Taxa Xerbî ya Qamişlo Seyfedîn Hisên jî teqez kir ku ew gefên Tirkiyê qebûl nakin û biryara wan li hember wan gefan berxwedan e.

ANHA