Li Tebqayê ji bo jinan kargeh tên vekirin

Mala Kooperatîfan a girêdayî Komîteya Aborî li bajarê Tebqayê kargeheke taybet ji jinên Firatê re re vekir, her wiha di nava çend rojan de kargehek din jî dê bê vekirin.

Li Tebqayê ji bo jinan kargeh tên vekirin
Li Tebqayê ji bo jinan kargeh tên vekirin
Li Tebqayê ji bo jinan kargeh tên vekirin
Li Tebqayê ji bo jinan kargeh tên vekirin
Li Tebqayê ji bo jinan kargeh tên vekirin
3 ÇILE, 2019   10:38

TEBQA

Projeya kargehê ya girêdayî jinên Firatê, ku ji beşên çêkirina cilên jinan û karê destan pêk tê, ji girîngitirîn projeyên Komîteya Aborî ne. Di kargehê de 28 jin dixebitin. Tê payîn ku kargeh mezintir bibe, ji ber ku gelek jinên pispor hene ku dixwazin tê de kar bikin.

Berî ku rîbana vekirinê were qetandin, serokê Komîteya Aborî ya Reqayê Ehmed El-Silêman axivî û tekez kir ku rola jinan di kar û barên civakî de û doza piştgiriya projeyên wiha kir. Di kargehê de cilên gelêrî û karên destan tên çêkirin.

Li gorî jina bi navê Nûra Îsmaîl El-Selama ya ku di kargehê de dixebite, di demên pêş de dibe ku 2 makîneyên din bînin û endamên kargehê zêdetir bikin.

Hêjayî gotinê ye ku berî çend rojan Mala Kooperatîfan kargeha "Jinên Pêşerojê" li navçeya El-Mihacir ku 10 jin tê de dixebitin, vekir.

ANHA