‘Armanca Tirkiyê dubarekirina komkujiyên Osmaniyan e’

Şêniyên bajarê Hesekê destnîşan kirin ku Tirkiye dixwaze komkujiyên Împaratoriya Osmanî, li ser gelên Sûriyê dubare bike û got: “Ji ber wê divê pêkhateyên herêmê li dijî dagirkeriyê bibin yek.”

‘Armanca Tirkiyê dubarekirina komkujiyên Osmaniyan e’
3 ÇILE, 2019   07:10

ŞEVÎN HESEN- NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Serokkomerê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan ji 13’ê Kanûnê ve gefên êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên Erdogan seferberî ragihan dibû. Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên protestoyî têne lidarxistin.

Şêniyên bajarê Hesekê li hemberî van gefan nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Şêniyê bi navê Mihemed Salih gefên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir û got: "Heger Tirkiye êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, dê li herêmê gel koçber bike û komkujiyan pêk bîne.”

Mihemed Seyîd Xelo yê ji taxa Miftî ya bajarê Hesekê jî destnîşan kir ku di serdema dewleta Osmanî de gelê herêmê hatin koçberkirin û niha jî Erdogan dixwaze heman serdemê vegerîne.

Mihemed Seyîd Xelo got:"Heger dîrok dûbare bibe, dê dewleta Tirk komkujiyan li ser gelên herêmê pêk bîne.”

Welatiyê bi navê Selah Hisên jî destnîşan kir ku Tirkiyê di dîrokê de hertim hebûna xwe bi komkujiyên li ser gelan domandiye û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Delîlê vê yekê dagirkirina Efrînê ye, Tirkiyê bi hinceta rizgarkirina gel derbasî Efrînê bû. Lê li Efrînê komkujî pêkanî û mîrasetya gelan wêran kir.”

Hisên anî ziman ku eger Tirkiye Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, dê heman kiryarên ku li Efrînê dike dubare bike.

Welatiyê bi navê Rêcîn Salih jî bang li tevahî dewletên cîhanê kir ku sînorekî ji kiryarên terorîstiyane ên dewleta Tirk û çeteyên wê re deynin. Rêcîn diyar kir ku divê gelên herêmê bibin yek û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Tirkiye ne tenê Kurdan, tevahiya gelê Sûriyê dike hedef.”

(dh)

ANHA