Derya Remadan: Divê êdî helwestên hemû partiyan zelal bin

Endama Komîteya KNK’ê Derya Remadan destnîşan kir ku dê bi hinek partiyên ku tev li yekitiya Kurd nabin re li ser nakokiyên heyî bê nîqaşkirin û wiha got: “Divê êdî helwestên hemû partiyan zelal bin.”

Derya Remadan: Divê êdî helwestên hemû partiyan zelal bin
3 ÇILE, 2019   06:31

MÛRADA KENDA – SILAVA ABDIRAHMAN / QAMIŞLO

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan di 13’ê Kanûna 2018’an de gefên dagirkeriyê li dijî herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin. Li dijî gefên dewleta Tirk Rêveberiya Xweser seferberî ragihand û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dest bi çalakiyan kir. Bi taybet jî şêniyên Serêkaniyê û Kobanê li ser sînorê di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de, çalakiyên mertalên zindî dan destpêkirin. Gelek partiyan jî ji bo yekitiya gelê Kurd civîn li dar xistin û daxuyanî dan.

Însiyetîfa Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Rojava bi armanca avakirina yekitiya neteweyî û pêşîgirtina li xetereyên ser hebûna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  re komîteyek ava kir. Erka komîteyê ya sereke ew e ku bi armanca avakirina yekitiyê bi hemû partiyên kurdî re bikeve nava têkiliyan. 

Tekildarî mijarê Endama Desteya Rêveber a KNK’ê Derya Remadan, kar û xebatên ku komîtê dê bike, ji ajansa me re nirxandin.

‘Divê Kurd li dijî gefan xwedî yek helwest bin’

Derya di despêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca avakirina komîteya KNK’ê û wiha got: “Di nav gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de girîngiya lidarxistina komîteyeke bi wî awayî hebû. Li dijî gefên dewleta Tirk yekitiya gelê Kurd bi berteknîşandayînê dê were sekinandin. Di pêşengiya gelê Kurd de li dijî çeteyên DAIŞ’ê gavên dîrokî û serkeftî hatin avêtin. Her wiha li dijî wan deskeftiyan jî dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi êrîşên hovane destkeftiyên gelê Kurd ji holê rake. Di demeke wiha de divê Kurd xwedî yek helwest bin, da ku li dijî van êrîşan bi yek armancê xwe biparêzin.”

‘Dê hewldanên çareseriya nakokiyên partiyan bên kirin’

Derya Remadan diyar kir ku hinek partiyên Kurd hene ku tev li yekitiya Kurd nabin, dê li ser nakokiyên wan partiyan bê nîqaşkirin û gotinên xwe wiha domandin: “Hinek partiyên siyasî nakokiyên li dijî yekitiya gelê Kurd derdixin. Komîteya ku hatiye avakirin dê ji bo wan nakokiyên heyî bi nîqaşan bên çareserkirin. Ew nîqaşên ku bên kirin, bi armanca li dijî gef û êrîşan dayîna yekhelwestiya gelê Kurd e.”

‘Pêwîst e êdî helwestên hemû partiyan zelal bin’

Derya Remadan di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir ku partiyên ku tev li yekitiya gelê Kurd nabin xizmeta kurdayetiyê nakin û got: “Mixabin hin partiyên ku tev li yekitiya kongreya neteweyî ya Kurdistanê nabin. Diyar dike ku ew girêdayî dewleta Tirk a dagirker in. Êdî bila hemû hêz û partiyên kurdî zanibin ku dewleta Tirk ne tenê êrîşî partiyêkê dike, êrîşî hebûna gelê Kurd dike. Eşkere dibêjin; Kurd li ku derê bijîn em ê êrîşî wan bikin. Ew partiyên ku girêdayî dewleta Tirk in êdî pêwîst e vê peyamê bigirin ku dewleta Tirk tunebûna gelê Kurd dixwaze. Çi daxwaz û berjewendiyên wan partiyan hebin bila deynin aliyekî. Îro li ser hebûna kurdayetî xeterî heye, dem ne dema parastina berjewendiyên kesayetî ye. Pêwîst e helwestên wan partiyan êdî zelal bin, an bila bibêjin em Kurd in an jî ne Kurd in.”

‘Yekdestiya gelê Kurd dê serkeftinên herî mezin bi dest bixe’

Derya Remadan diyar kir ku Kurd di demeke hestiyar û girîng de dijîn û wiha berdewam kir: “Divê em ji dîrokê sûdê wergirin. Berjewendiyên hêzên navneteweyî gelê Kurd û Kurdistan kir çar parçe. Her wiha niha jî dijminên gelê Kurd li dijî yekitiya Kurdan in û hewl didin yekitiya gelê Kurd neyê avakirin. Ev dema ku em tê de dijîn  gelekî girîng e, pêwîst e berjewendiyên gelê xwe berçav bigrin. Yekdestiya gelê Kurd dê serkeftinên herî mezin bi dest bixe.”

‘Bila hemû partî ji banga yekitiya gel re bibin bersiv’

Derya Remadan da zanîn ku dijminên gelê Kurd her çi qas li dijî hev jî bin, dema ku mijar dibe Kurd dijmin dibin yek û wiha bi dawî kir: “Gelê Kurd jî êdî divê girîngiya yekitiyê bibîne, heya kengî ew perçebûyîn wê berdewam bike?  Êdî dem dema yekitiyê ye. Li dijî tinebûna gelê Kurd yekitî çareseriya herî mezin e. Bila hemû partî gûhê xwe bide gel û banga wan ya yekitiyê re bibin bersiv.”

ANHA